AYM’ê serlêdana Komkujiya Pirsûsê red kir 2021-10-05 16:35:31   RIHA – Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana ji bo darizandina wezîfedarên cemaweriyê red kir û got: “Binpêkirina mafê jiyanê nîne.”    DAIŞ’ê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de êrişeke bombeyî li Navenda Çandê ya Amarayê ya navçeya Pirsûsa Rihayê li dijî ciwanên sosyalîst pêk anîbû. Di encama vê êrişê de 33 kesên ku ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re, hatibûn kuştin.   Doza derbarê êrişê de dewam dike ku bi tenê bersûcek ji endamtî û rêveberiya DAIŞ’ê tê dadgehkirin û girtî ye. Lê deh bersûc nehatine girtin û firar in.    Serlêdana ku ji bo rayedarên fermî ango wezîfedarên cemaweriyê werin dadgehkirin a li Dadgeha Destûra Bingehîn, nehatiye qebûlkirin. Di serlêdanê de hatibû gotin ku rayedaran tedbîrên hewce dikirin, nestendine û mafê jiyanê hatiye binpêkirin. Dadgehê îro sedema biryara xwe eşkere kir û ev biryar di Rojnameya Fermî de da weşandin.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza 13 kesan bi sedemên cuda cuda qebûl nekiriye.   Dadgehê bi sedema ku rêyên serlêdanê bidawî nebûne, serlêdana 8 kesan qebûl nekiriye. Her weha bi sedema ku “bêbingeh e”, serlêdana çar kesan a ji ber “binpêkirina mafên jiyanê” jî bi yekdengî red kiriye. Ji ber ku serlêdarek jî di sala 2020’an de miriye, Dadgeha Destûrî serlêdana wî jî qebûl nekiriye.   Di serlêdanê de hatibû gotin ku digel zanyariyên îstixbaratê, rayedarên fermî di asta kêm de jî tedbîr nestindine, tu lêpirsîna beriprsên fermî û siyasiyên berpirsên bûyerê ne, nehatiya kirin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin.   Dadgeha Destûra Bingehîn li dijî vê nêrînê derketiye û gotiye ku ew nêrîn “bêbingeh in."