Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin 2021-10-06 08:49:27   STENBOL – Polîs û zabiteyan bi ser depo û malên karkerên kaxizan berhev dikin de girtin û nêzî 200 kesî binçav kirin.    Li navçeya Ataşehîra Stenbolê polîs û zabiteyan bi ser mal û depoyên kesên kaxizan kom dikin de girtin. Di serdegirtina hemwext a 49 navnîşanan de nêzî 200 karker hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de kelûpelên van karkeran jî hatin desteserkirin.    Hat zanîn ku van karkerên hatine binçavkirin birine Navenda Paşdeşandinê ya ÎdareyaKoçberiyê ya Stenbolê kul i navçeyaTûzlayê ye. Hat zanîn ku van karkerên hatine binçavkirin wê piştî karûbarên wan werin dersînorkirin.