ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-06 09:00:05     * 7 sal di ser xwepêşandanên protestoyî yên Kobanê re derbas bûn. Di xwepêşandanên ku êrişên DAIŞ'ê hatin prostetokirin de zêdetirî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan û têkildarî bûyerên çêbûn de tu lêpirsîn nehatin kirin, lê piştî 6 salan doz li HDP'ê hat vekirin û niha hewl didin bi vê dozê HDP'ê bigirin. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Serhat Eren, ji bo hewldanên ku tê xwestin doz zûzûka bê bidawîkirin got: "AKP'ya ku musebîbî van bûyeran e, dixwaze xwe helal bike."    * Kesên li sînorê Kobanê dijîn û Tirkiye wan wekî kesên talûke dihesibîne gotin: "Ên li aliyên din xizmên me ne." Welatiyan, bilêv kir ku ji xeynî zext û zoriyên eskeran tu talûkeyek tune ye.    * Hevrêyên Gurbetellî Ersozê anîn ziman ku pênûsa wêrek a Ersozê tevî hemû zex û zoriyan jî dev ji nivîsînê bernedaye û ev yek berpirsiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê hemû xebatkarên çapemeniya azad ên jin.    * Mîne Kîper a ku keviran ji keviyê çem berhev dike û piştî boyaxkirinê amade dike, hestên xwe li ser van keviran nexş dike.    * Hevserokê HDP’ê yê Xelfetiyê Abdullah Çîftçî, da zanîn ku polîs ji kesên li navçeyê tên binçavkirin re dibêjin “Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 112'yemîn de berdewam bike.   *Danişîna 3’yemîn a doza derbarê Hevseroka MEBYA-DER’ê Yuksel Almas de hatibû vekirin, wê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-17.00)   *Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, wê ji bo 2 kesên ji aliyê kesên ku xwe weke polîsan dan nasîn ve hatin revandin, wê li avahiya komeleyê civîna çapameniyê li dar bixe. (13.00)