'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin' 2021-10-09 09:00:59 AMED - Şafîî Hayme ku tevî zarokên xwe gelek caran hatiye binçavkirin û girtin, anî ziman ku heger pêşî li ber hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê vekirin, dê li Tirkiyeyê rêyên demokrasiyê jî vebin.  Şafîî Hayme (71) ku di sala 1992'yan de gundê wan Kemûkê yê Farqîn a Amedê ji aliyê cerdevanan hat şewitandina û piştî vê hat bajêr, tevî 5 zarokên xwe gelek caran bi hincetên siyasî hatiye binçavkirin, girtin û bi salan di girtîgehê de maye. Hayme 6 caran hatiye girtin û zêdetirî 7 sal û nîvan di girtîgehê de maye. Zarokên wî Bejan Hayme, 8 salan, Arîf Hayme jî zêdetirî 7 salan girtî ma û di sala 2018'an de hatin berdan. Şenay Hayme jî di sala 2018'an de 5 mehan di Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê de ma û hat berdan.    2 KURÊN WÎ GIRTÎ NE   Kurên wî Mehmet Hayme di Girtîgeha Bolû ya Tîpa T'yê û kurê wî Îbrahîm Hayme jî di Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan de ye.    BAV Û 3 ZAROK DI HEMAN GIRTÎGEHÊ DE MAN   Hayme, nizane ne ew ne jî zarokên wî di kîjan rojê de hatine girtin, lê belê tenê sala girtina Îbrahîm Hayme tê bîra wî, ew jî di sala 2010'an de hatiye girtin. Hayme tevî Îbrahîm, Bejan û Arif di heman girtîgehê de dimîne.    Hayme, bibîr xist ku kurê wî Bejan 3 caran hatiye girtin û got: "Di ya dawî de 12 sal ceza lê hat birîn, lê kêm kirin, kirin 7 sal. Piştî cezayê wî qediya, di 2018'an de min ew ji ber Girtîgeha Bolûyê wergirt û em çûn Stenbolê. Got, heya birayê xwe nebîne dê neyê Amedê. Em hefteyekê skeinîn. Roja hevdîtinê li Bolûyê piştî 20 salan birayê xwe Mehmet dît."   GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ   Hayme, diyar kir ku 5 zarokên wî jî di girtîgehê de tevli çalakiyên greva brçîbûnê bûne. Bav Hayme da zanîn ku kurê wî Mehmet û Îbrahîm û keça wî Şenay tevli çalakiya greva birçîbûnê ya ku di 2018'an de bi pêşengiya Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê hat destpêkirin, bûye û Bejan û Arif jî tevli ya sala 2012'an bûne.    ZEXT Û ZORÎ ZÊDE BÛN   Hayme, anî ziman ku piştî greva birçîbûnê ya di 27'ê Mijdara 2020'î de hat destpêkirin û di roja 290'î de hat bidawîkirin, li girtîgehê zext û zorî zêde bûne. Hayme, bilêv kir ku kurê wî Mehmet Hayme yê di Girtîgeha Bolûyê de ev tişt ragihandine: "Bi grevên birçîbûnê re li zindanên Tirkiye û Kurdistanê de zext, sewq û sirgûn zêde bûn. Bi taybetî jî ksên ketine greva birçîbûnê sirgûnî girtîgehine din dikin. Piştî greva birçîbûnê mudaxileyyî pirtûkan, kincan, xwarin û vexwarinê jî dibin. Gardiyan berî berî ku hewadariyê vekin pêşî diçin qawîşan û her tiştî serobinê dikin. Ev pêkanîn di dema ku girtî di xew de ne tên kirin. Di dema lêgerînê de hin pirtûk jî bi hinceta ku 'qedexe ne' tên desteserkirin."    DAXWAZINE MIROVÎ   Hayme, destnîşan kir ku girtiyên siyasî li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan bi salan e çalakiyên greva birçîbûnê dane destpêkirin û got: "Girtî dixwazin zext û zoriyên li ser gelê wan bi dawî bibin. Sedema berxwedana wan jî ev e. Ew doza jiyaneke bi hev re dikin. Girtî dixwazin Tirkiye li gor qanûnên xwe tevbigere. Dibêjin gerek Ocalan wekî girtiyên din karibe hevdîtinê bi malbata xwe û parêzerên xwe re bike. Ev ne sûc in, mafên her mirovî ne. heger pêşî li ber hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê vekirin, dê li Tirkiyeyê rêyên demokrasiyê jî vebin. Lê ew naxwazin aştî çêbibe, ji lew re mifha wan di aştiyê de tune, di şer de heye. Ocalan dibêje, 'Heger serbest bim û karibim biaxivim, ez ê vê meseleê di nav mehekê de çareser bikim. Wê çaxê dê ne kurd ne jî tirk nemirin.' Niha sedema krîza li Tirkiyeyê çi ye? Bi zanebûnî naxwazin hevdîtin çêbibe. Ji lew re dizain ku gava hevdîtin çêbibe, dê rêya rast li ber wan bixe."    MA / Ceylan Şahînlî