Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin 2021-10-09 09:01:02 ŞIRNEX - Di dawetên li gundê Elemûnê de kincên neteweyî yên ku welatî li xwe dikin, qada dawetê rengîn dikin. Welatî bi vî awayî kelepora dawetên ku xwe disipêrên bi sedan salan, hem diparêzin hem jî didomînin.  Li gundê Elemûnê ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve, welatî bi kincên xwe yên neteweyî û govendên xwe yên folklorîk bi sedan sal in çanda xwe diparêzin. Di dawetan de li gel govendên cur bi cur ên wekî xelef, şêxanî, delîlo, milanî û sêgavî, kilamên wekî Şa Hêşînokê, Elo Dîno, Şah Mîranê, Ez Xelef im, Nefel e û Hay Lê Kinê tên gotin.    Her stranek xwedî meqamekî xweser e û her govendek jî xwedî figurine folklorîk in. Li cem van govend û kilaman, kincên ku welatî li xwe dikin jî dîtbariyeke rengîn didin der. Di van dawetan de mêr şal û şepikên bi taybetî tên çêkirin û jin jî xeftan, kiras û fîstanên bi taybetî tên çêkirin li xwe dikin.   ŞAL Û ŞAPIK Û FÎSTAN   Dawetên li gundê Elemûnê du rojan didomin. Di roja ewil de rîtuelên wekî hineyê tên lidarxistin. Di roja dudoyan de jî hem govendgerandin didome hem jî merasîma xelatdayinê tê lidarxistin. Êvarî jî bi beşdarbûna xizmên zava û bûkê, li mala zava kilam tên gotin. Ev yek heya derengê şevê didome. Şêniyên Elemûnê di dawetan de hewl didin ku kelepûra xwe bidomînin.    KELEPÛR   Fethî Olmez (42) diyar kir ku ev çanda mezinên wan e û got: "Di dawetan de nêzî 3 hezar mirov li hev kom dibin. Gundê me girêdayî çand, nasname û nirxên xwe ye. Lewma em di dawetan de bi hev re bi kurdî distrên. Di stranên me de jî gotinên xwedîderketina li nasnameyê û nirxên xwe heye. Em çanda mezinên xwe didomînin. Em dixwazin siberojê jî zarokên me vê çandê bidomînin. Lewma em hînî wan jî dikin."    Olmez, bilêv kir ku ji bo mêvanan 20-30 heywan tên şerjêkirin û di 3 rojên dawetê de xwarin tê çêkirin.   Sakîne Olmez (75) da zanîn ku berê fîstan li xwe dikirin û bûkê li malê dixemilandin, lê niha bûkaniyên hazir li bûkan tên kirin û bûk li kuaforan tên xemilandin. Olmez got: "Berê em diçûn mala bûkê, me bûkê bi hespan dianî. Berî me bûk li hespê siwar bikira, me li zingilê dixist. Yekî heya mala zava bi hefsarê hespê digirt. Niha wesayîtan dixemilînin û bûkan bi wesayîtan tînin."    Olmez, diyar kir ku çendî hin qayde sist bûbûn jî, lê dîsa jî dawetên herêma wan xweş in û dê rengê xwe û çanda xwe nîşanî zarokên xwe jî bidin.    KEMANÇEJEN OMERÎ: XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERDIKEVIN   Kemançejen Helîmê Omerî jî ku di dawetan de hem li kemançeyê dixe hem jî distrê got: "Em stranên xwe li gor herêma dibijêrin. Cara ewil e têm vî gundî. Bi rastî jî ev gund xwedî li çanda xwe û nirxên xwe derdikeve. Di warê çand û hunerê de pir dewlemend e. Li gundê xwe dawetên xwe li gor çand û kelepora xwe dikin. Ciwan û jin bi kincên xwe yên xwecihî tevli dawetê dibin. Daxilî nav çanda populer nebûne."   MA / Omer Akin