Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e 2021-10-09 10:52:32   ENQERE - Parêzerê Malbata Dedeogullari, Abdurrahman Karabulut diyar kir ku nivîsên WhatsAppê yên nijadperestên êrişî malbatê kirin hatine tespîtkirin û got: “Daxuyaniyên ku êrişa nijadperest înkar dikirin, riziyane.”    Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê Tîrmehê de komek nijadperest êrişî ferdên Malbata Dedeogullari kirin û di encama êrişê de her heft ferdên malbatê hatin kuştin. Piştrast bû ku êriş bi mebestek nijapderestî pêk hatiye. Nijadperestên êrişî malbatê kirine komek WhatsAppê çêkirine. Di van peyamên komê de nijadperestî derket holê. Parêzerê doza malbata Dedeogullari, Abdurrahman Karabulut ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku nivîsên nijaperest hatine tespîtkirn.    ‘ÊDÎ KES NIKARE ÊRIŞA NIJADPEREST ÎNKAR BIKE’    Karabulut wiha got: “Me di nivîsandinên tawanbaran de ên WhatsAppê, qeydên girtîgehê, medya civakî û gelek nivîsandinên de ‘nijdaprestiyê’ tespît kir. Îdiayên me di destên me de bi belgeyan hatine piştrastkirin. Ji vê kêliyê şûn ve kes nikare îdia bike ku êriş ne êrişek nijadperestî ye. Me kêliya destpêkê got êrişek nijaperest e. Lê hinek kesan parêzeriya êrişkaran dikir û digotin ne êrişa nijadperest e. Daxuyaniyên înkarkirina êrişa nijadperest ji vê kêliyê şûn ve riziyan e. Di destê me de belgeyên me hene. Yên înkar bikin em ê bi belgeyan bersiva wan bidin.”    Karabulut got di rojên pêş de wê têkildarî geşedanan civîna çapemeniyê li dar bixin.