Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de 2021-10-09 11:13:47 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Mahmût Togrûl, diyar kir ku wan ji bo pêşxistina diyaloga di navbera Kurdan de, serdana Herêma Federe ya Kurdistanê kirin û got: “Helwesta PDK’ê ya niha bi fikare û em bang dikin ku dev ji vê helwesta xwe ber de.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 27’ê Îlonê de, ji bo hin hevdîtinan şandeyeke xwe şand Herêma Federe ya Kurdistanê. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Dîlokê Mahmût Togrûl û Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Hikmet Hatîp di şandeya serdanê de cih girtin. Şandeyê li bajarê Silêmaniyê, serdana Tevgera Goran, Hevserokê Yeketiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî, endamê Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanat Îbrahîm Ehmed û Alîkarê Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Kubat Talabîn kir. Perlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl ê di şandeyê de cih girt, derbarê serdanên xwe yên kirin de, axivî.      Togrûl, diyar kir ku ji bo pêşxistina diyaloga navbera Kurdan ku mijara sereke ya siyaseta li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ye û danûstandina nêrînan, wan serdana Herêma Federe kirin. Togrûl, anî ziman ku di hevdîtinan de, nîqaş li ser hilbijartinên li Iraqê, tifaqa navbera Kurdan û helwesteke hevpar a li dijî hêzên ku van demên dawî de hewl didin komên Kurd bînin hemberî hev, hatin kirin.   ‘EM GIRÎNGIYÊ DIDIN TIFAQÊ’   Togrûl, da zanîn ku girîngiyeke din a serdana wan ew bû ku piştgiriya xwe ya bo Tevgera Goran û YNK'ê ye ku dê weke tifaq bikevin hilbijartinên parlamentoyê. Togrûl, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di hilbijartina parlamentoya Iraqê de, em girîngiyê didin yekgirtin û tifaqan. Bêguman, ev nayê wê wateyê ku em alîgir in. Di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de, nûnerên YNK’ê jî hatin Tirkiyê û piştgiriya xwe ya bo partiya me eşkere kirin. Ji ber vê em jî dixwazin ku di vê hilbijartina parlamentoya Iraqê de YNK û Tevgera Goran bi ser bikevin.”   YEKITIYA NETEWEYÎ   Togrûl, bi bîr xist ku divê di Parlamentoya Iraqê de Kurd bi hêz bin û wiha bilêv kir: “Di demên dawî de gelek hêz hene ku dixwazin Kurdan bînin beramberî hev. Ji ber vê yekê tifaqa Kurdan girînge. Di mijara yekitiya neteweyî de, divê di demek kurt de, konferansek giştî bêlidarxistin. Ev daxwaze me ya serekeye. Em dixwazin hemû hêzên Kurdan beşdarî xebatên yekitiya neteweyî bibin.”   PDK DI NAVA ŞAŞIYÊ DE YE   Togrûl, bal kişand ser hevdîtin kirin û wiha pê de çû: “Di hevdîtin me kirin de, me dît ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PKD) dixwaze li herêmê bibe hêzek tekane. Ji ber vê partiyên siyasî ji nedîtî ve tê û wan nas nake. Em vê helwestê rexne dikin. PDK hesabekî şaş dike. PDK xeyal dike ku Tirkiye bihêz e û bêyî wê nikare bijî. Lê di rastiyê de, desthilatdariya AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê di serdema xwe ya herî qels a 20 salên dawî de ye. Di vê li wan neyê mêze kirin û mîna salên 90’î şerekê navxweyî ‘birakujiyê’ pêş nexin. Ji bo ku ev pêş nekeve rola tifaqa Tevgera Goran û YNK’ê pir girînge. Li herêmê êriş pêk tên. Tê îdîakirin ku li Silêmaniyê PDK û MÎT operasyonên hevpar li dar dixin. Ligel vê jî kujer nayin girtin. Herî dawî Yasîn Bûlût jiyana xwe ji dest da. Berî du rojan jî 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Bi van êrişan dixwazin tifaq û diyalogên di navbera Kurdan de, parçe bikin û provokasyonan derbixin.”   HELWESTA PDK’Ê BI FIARE   Togrûl, dest nîşan kir ku li cihekê windakirina hêzên Kurd, wendakirina hemû Kurdan e û wiha dom kir: “Destkeftiyên hene jî, destkeftiyên hemû Kurdane. Divê partî, kom û civakên Kurdan ne li dijî hev bin, berefajî hevdû bi hêztir bikin. Me ev hemû ji Tevgera Goran, YNK û Tevgera Azadiyê re vegotin. Hêzên dixwazin Kurt li hev bikevin hene.  Îro Planek Têkbirînê li ser Kurdan heye. Tirkiye, li Başûrê Kurdistanê dixwaze vê planê bi destê PDK’ê bike. Ji ber vê zexteke mezin li PDK’ê dike. PDK bi hesabek şaş tevdigere. Dibe ku ne her dem, lê dem bi dem dibe parçeyekê vê planê. Mînak; berî çend rojan nûnerên me yên Hewlêrê ji aliyê hêzên asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin. Mixabin, PDK hevalên me weke mûxatabên fermî nabîne. Gelek astengiyan ji wan derdixe. Dem bi dem endamên me binçav dike. Me ev rewş jî ji YNK û Tevgera Goran re vegot. Ew jî heman pirsgirêkan dijîn. Helwesta PDK’ê ya niha bi fikare û em bang dikin ku dev ji vê helwesta xwe ber de.”   SERDAN WÊ DEWAM BIKIN   Mahmtu Togrûl, diyar kir ku serdana wan erênî derbas bû û wiha bi dawî kir: “Ji bilî têkiliyên dîplomatîk, me bi esnaf û kesên li Sileymaniyê re jî, hevdîtin kirin. Gel li dijî şereke navxweyî ‘brakuji’ û êrişên li herêmê bi hêrs e û bertekan nîşan dide. Serdanên me yên li herêmê wê dewam bikin.”   MA / Bêrîvan Altan