Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye 2021-10-09 11:14:11   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobeta Edaletê didomîne diyar kir ku wê tu al nikaribe ser komkujiyê binixumîne.    Malbata Şenyaşar ku ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiriye, di roja 215’emîn de berdewam kir. Ji ber ku îro dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbatê li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta xwe domand. Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal vê peyamê parve kir: Di dinyayê de tu al nîne ku ser neheqiya li mezlûman tê kirin binixumîne. Al nirxê hevpar e. Hûnê nikaribin ser komkujiya li ber Nexweşxaneya Dewletê veşêrin.”