Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin 2021-10-09 13:44:31 ENQERE - Hevserokên ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn di kongreya komeleya xwe de axivîn û bal kişandin ser girîngiya mafê mirovan û tu şansek Tirkiyê ji bilî çareserkirina pirsgirêka kurd nîne.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Kongreya Giştî ya Asayî ya 20’emîn li Enqereyê li dar dixe. Piştî rêzgirtin û axaftinên destpêkirina kongreyê Hevserokên Giştî yên ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn axivîn.    Turkdogan bi kurmancî û tirkî silav li beşdaran kir û dest bi axaftina xwe kir. Turkdogan bi rasthatina komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê qurbaniyan bibîr anî û got ew ê hesabê kuştina 104 kesan bipirsin.    Turkdogan bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di serdema Kovîd-19’ê de û got di serdema pandemiyê de diasta herî jor de mafê mirovan hatiye binpêkirin û serlêdanên ji bo binpêkirinê gelek wergirtine.    ŞER DIDOME   Turkdogan bi bîr xist ku pêvajoya şer ji 24’ê Tîrmeha 2015’an ve li Tirkiyê didome û şer dibe sedema binpêkirina mafê mirovan û mirov dibin qurbanî.    ‘DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD WERE ÇARESERKIRIN’    Turkdogan bal kişand ser pirsgirêka kurd û got: “Şer her ku diçe berfireh dibe. Di bin navê qeyûman de îradeya kurdan hatiye desteserkirin. Siyasetmedar û yên hatine bijartin di zindnan de ne. Îqtidar ji bo ku mutefîkên xwe yên rojavayî qanih bike, hin pakêtên reformê eşkere kir. Meha ku Bernameya Mafê Mirovan ji aliyê îqtidarê ve hat eşkerekirin, ez hatim binçavkirin. Ceza li hevalê me Racî û hevalên din birîn. Bi rastî jî karê me zor e. Divê dîsa jî em têkoşînê xurt bikin. Pirsgirêka kurd heye. Kes nikare înkar bike. Pêdiviya Tirkiyê bi çareseriya rasteqîn heye. Divê Tirkiye pirsgirêka kurd qebûl bike û muzakere û diyalogan bike. Meseleyê bi muxatabên wê re çareser bike. Çi dibe bila bibe şansek Tirkiyê ku pirsgirêka kurd çareser neke nîne. Tu şansek din nîne ku li Tirkiyê rejîma demokratîk neyê eşkerekirin. Pêdivî bi destûrek bingehîn a demokratîk heye. Bar dikeve ser milê tevger û muxalefetê jî. Divê ew jî bi rola xwe rabin.”    MALABATA ŞENYAŞAR SILAV KIR    Turkdogan nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar a li Rihayê jî silav kir û got ew wek ÎHD’ê rêzê ji çalakiya malbatê re digirin.    MAFÊ OCALAN Û GIRTIYAN TÊ BINPÊKIRIN    Turkdogan destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi hezaran girtî bi binpêkirinên mafan ên giran re rûbirû mane û heta her kes bigihîje mafê xwe wê têkoşîna wan a mafê mirovan, edalet û aştiyê berdewam bike.    KESKÎN: DARAZ BI FERMANÊ KAR DIKE    Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî bal kişand ser rewşa rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk ku li girtîgehê nexweş e û Ayselê jê re gotiye ji bo ew li pêşiya tenduristiya girtiyên din nebe asteng nexwestiye ku rewşa wê bibe rojev.    Keskîn dema behsa Ayselê kir xemgîn bû û giriya.    Keskîn bal kişand ser rewşa darazê û got: “Berê qet nebe me dikaribû xwe bigihanda dozgerek û dadgerek. Lê di vê heyamê de daraz bi temamî ketiye bin fermana îqtidarê. Tiştên bi tirs û xof pêk tên. Divê em vê meseleyê her tim vebêjin. Mafê mirovan tê binpêkirin. Divê pêşî li vê were girtin. Divê hemû pirsgirêk werin çareserkirin.”    DEMÎRTAŞ Û MIZRAKLI PÎROZBAHÎ LI KONGREYÊ KIRIN    Piştî axaftinan nameyên Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û niha girtî ye ku hatibûn şandin hatin xwendin.    Demîrtaş û Mizrakli ÎHD’ê û xebatkarên wê pîroz kirin û pîrozbahî li kongreyê kirin û diyar kirin ku ÎHD bîra wan e.    Piştî axaftinan kongreyê ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Piştî axaftin û nîqaşan û pêşkêşkirina raporên malî û xebatê wê rêveberiya nû were bijartin.