Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin! 2021-10-09 16:37:44 RIHA - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmara 2'an, 80 gardiyanên ku cil û bergên robokop li xwe kirine, bi ser qawîşan de girtine, bi dehan girtî bi komî îşkence kirine û ew xistine odeyên ku ava kanalîzasyonê lê diherike.   Hat diyarkirin ku di 7’ê Cotmehê de, 80 gardiyanên ku cil û bergên robokop li xwe kirine, bi dehan girtî bi komî îşkence kirine. Girtiyan tiştên bi serê wan ve hatin bi telefonê ji malbatên xwe re vegotin. Girtiyan dan zanîn ku di çarçoveya fermana midûrê nû tayînî girtîgehê hatiye kirin de gardiyanan îşkence li wan kirine û diyar kirin ku hestiyên laşê wan şikestine û di laşê wan birîndar bûne. Hat hînbûn ku daxwaza çûyîna revîrê û wergirtina rapora lêdanê ya girtiyên ku qawîşên wan bi zorê hatine guherandin nehatine qebûlkirin.   Liser serlêdana malbatan, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê, ji bo hevdîtina girtiyên hatin îşkencekirin şandeyek şand girtîgehê. Şandeya ku bi 23 girtiyên îşkence dît re hevdîtin kir, ji ajansa me re axivî.    80 GARDIYANAN BI QAWIŞAN DE GIRT   Parêzeran gotinên malbatan piştrast kirin û diyar kirin ku gardiyanan bi 3 miduran bi ser qawişan de girtine. Parêzeran, dan zanîn ku bêyî ku evraqeke fermî pêşkeşî girtiyan bikin cihê wan hatine guhertin û wiha gotin: “80 girtî û hikumxwar hatine îşkencekirin. Birîndar hene, rêveberî destûr nade ku rapora lêdanê bigirin.”   BOYKOTA XWARINÊ   Parêzeran bi lêv kirin ku ji ber girtiyên ku bi darê zorê qawişên wan hatine guhertin, ji hevalên xwe agahî nagirin boykota xwarinê dane destpêkirin û anîn ziman ku heke zext û îşkence berdewam bike girtî difikirin ku bikevin çalakiya greva birçîbûnê.    Şaxa OHD’ê got ew ê li gel Şaxa ÎHD’ê Rihayê ku serdana girtiyan kirin, diyar kirin ku wê di rojên pêş de derbarê mijarê de daxuyaniyê bidin.    GIRTIYAN QALA ÎŞKENCEYÊ KIRIN   Mehmet Bînîcî ku li malbata xwe geriya, diyar kir ku dema ji qawişê hatin wergirtin bi erdê re hatine kaşkirin, paceya odeya ku ew birinê nîne, li odeyan betanî û av nînin û ava qenalîzasyonê diherike qawişê.    Îbrahîm Ethem Gokturk jî ev agahî parve kirin: “Gotin wê qawiş werin guhertin. Me bi awayekî fermî sedemê wê xwest. Piştî niqaşê 80 gardiyan bi midurê navê B. re êrişî hevalên me kirin. Serê hevalekî me şikest, hevalekî me jî ji dest û lingên xwe birîndar bû. Dibe ku dest û lingên wî şikesti bin lê nebirin revîrê. 12 heval birin qawişa C-3. Rewşa wan a tenduristiyê nebaş e û daxwaza wan a birina revîrê nayê qebûlkirin. Daxwaza revir û rapora lêdanê ya hevalê me yê ku ji serê xwe birîndar bûbû, nehat qebûlkirin. 60 hevalên me yên din birine ku derê em nizanin.”   Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan lê girtîgehê got ku hûn nikarin bi kesekî rayedar re biaxivin û îdia kir ku mijar ne rast e.