Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere! 2021-10-10 09:05:10     ŞIRNEX - Dayika endamê HPG'ê Kemal Selimî di salekî de sê car in ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigire berê xwe dide Şirnexê. Lê dayik di her hatina Şirnexê de dest vala vedigere. Dayika wî bi hesreta wergirtina cenazeyê lawê xwe dijî.    Cenazeyên endamên HPG'ê yên di şerên li bejahiyên navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê diqewimin de jiyana xwe ji dest didn, carna bi hefteyan carna bi mehan û carna bi salan nadin malbatên wan. Gelek ji van cenazeyan bi hefteyan li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de tên sekinandin û bêyî ku malbatên wan agahdar bikin, di goristanên bêkesan de tên veşartin.    Malbatên ku ji bo teşhîskirina cenazeyên zarokên xwe tên nexweşxaneyê jî bi mehan tên mijûlkirin an li benda encama testa DNA’yê disekinin û cenaze radestî wan nayên kirin. Lêgerîna malbatan a ji bo cenazeyên zarokên xwe carna bi salan jî didome. Yek ji van malbatan jî malbatan endamê HPG'ê Kemal Selîmî yê ji navçeya Salmasê ya bajarê Ûrmiya Rojhilatê Kurdistanê ye.    3 CAR IN TÊN ŞIRNEXÊ    Selîmî yê ku di 2'ê îlona 2020'an de, di şerek li deşta Silopyayê de derketî de jiyana xwe ji dest daye. Ev saleke cenazeyê wî radestî malbata wî nayê kirin. Malbat ev bû sê car in ji bo wergirtina cenazeyê lawê xwe bigire ji Salmas tê Şirnexê û her carê jî dest vala vedigere. Malbat di 2'yê îlonê de agahiya mirina kurê xwe digire û ji bo ku cenaze teşhîs bikin jî berê xwe didin Şirnexê. Lê ev hatina malbatê bêencam dimîne û malbat nêçar dimîne û vedigere Salmasê.    MALBAT BI DERFETÊN ZEHMET TÊ    Carake din jî agahiyê ji malbatê re dişînin û ji malbatê re tê gotin ku ji bo ku cenazeyê zarokê xwe bistînin bên Şirnexê û xwîn bidin. Vê carê jî malbat bi derfetên zehmet tê Şirnexê û birayê Selîmî, Argeş Selîmî ji bo teşhîskirina cenaze xwîn dide. Lê vê carê jî ji malbatê re agahî dişinin û dibêjin ku ji bo xwîn dayinê divê dayika wî bê Şirnexê. Cara sêyemîn dayika Selîmî berê xwe dide Şirnexê. Dayika ku radibe ji Salmasê tê Şirnexê vê carê jî ji wê re wiha dibêjin, 'Xwîn dayin ne wisa hêsane û hûn dizanin mesrefa vê çiqas e?' Malbat carek din vegeriya Salmasê û li benda xeberek xêrê ye.    MALBATÊ DIBIN Û TÎNIN    Dayika Kemal Selîmî, Şoret Nurîzadê anî ziman ku ev nêzî salake ew li benda wergirtina cenazeyê lawê xwe ye û wiha got: "Kurê min di 2'yê îlonê de jiyana xwe ji dest da. Piştî ku 40 roj di ser  şehadeta wî re derbas bû, nû haya me jê çêbû ku jiyana xwe ji dest daye. Çawa ku agahî ji me re hat ku jiyana xwe ji dest daye, em hatin. Lê ji ber ku nexweşiya korona hebû deriyê sînor girtî bû û em bi balafirê çûn Stenbolê û ji wir jî em hatin Amedê. Ji Amedê jî me berê xwe da Şirnexê. Me ewqas zehmetî kişandin û em hatin, lê xwîna me negirtin. Ji me re gotin 'Em xwînê nagirin' û ji ber wê jî em vegeriyan. Piştî ku 3 meh ser re derbas bûn, agahî ji me re şandin û gotin werin em ê xwîna we bigirin.Kurê min ji wan re got dayika min nexweşe nikare bê. Ji wî re gotin tu were. Kurê min hat Şirnexê û xwîna xwe da. Guhê me û çavê me li vir bûn. Her roj min dua dikir ku encama xwînê erênî derbikeve. Lê 3 meh ser re derbas bûn û gotin bêencam e û divê dayika wî bê."   'HER CARA EM TÊN DESTVALA VEDIGERIN’   Nurizadê, diyar kir ku di her hatina Şirnexê de ew bi zehmetiyên mezin re rûbirû dimînin û wiha berdewam kir: “Ew li me geriyan û xwestin em bên Şirnexê. Lê ji me re gotin, 'We careke xwîn daye bes e, em nikarin her carê mesrefê bikin'. Lê me qebûl nekir. Me ji wan re got, heta ku hûn xwîna negirin, em ji vir gaveke paşve naçin. Pişt re li gel hewledanên me destûr dan û me xwîn da. Ev tişteke ne wîjdanî û ne jî exleqî ye. Ez ji welatekî din têm welateke din. Rêya min dûr e. Her carê gazî me dikin û em tên vê derê. Lê di her hatinê de jî em dest vala vedigerin. Em 11 seatan di rê de hatine. Ez bi xwe jî nexweşim. Gelo ev tişteke wîdjdanî ye? Lê dîsa jî tevî hemû zehmetiyan jî ji bo ku cenazeyê kurê xwe bigirim ez têm vê derê."   TIRKIYE  Û ÎRAN NAHÊLE CENAZE BIÇIN ROJHILAT    Nurîzadê, daxuyand ku Tirkiye û Îran nahêlin cenazeyên li bakur biçin Rojhilat û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ez cenazeyê kurê xwe werbigirim jî ez nikarim bibim Îranê. Çimkî destûr nadin. Heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest daye lê yek cenaze jî nehatiye Îranê. Ez dixwazim ku goreke kurê min hebe. Cenazeyê kurê xwe bibim û nêzikî xwe li Wanê defin bikim. Hêviya min tune ye. Lê heta ku ez cenazeyê kurê xwe negirim ez ê nesekinim. Dilê min dişewite û ne rehet e. Ji ber ku ez nizanim cenazeyê kurê min li ku ye."    MA / Zeynep Durgut