Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne 2021-10-10 09:06:53   WAN- Dozgeriya Erdîşê, piştî biryara binpêkirina mafê jiyanê ya AYM'ê ya derbarê Mehmet Denîzê de ku di binçavan de jiyana xwe ji dest dabû, bi 5 salan dosyeyê vekoland. Dozgeriyê derpêş kir ku derbarê mirinê de zabitek jî tune ye û aydê roja bûyerê dîmeneke kamerayan jî tune ye û birya lêgerîna daîmî da û dosye ji midûriyeta polîsan re şand.    Di 5'ê Adara 2008'an de li navçeya Erdîş a Wanê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê meşek hatibû lidarxistin. Polîsan mudaxileyî meşê kiribû û 108 kes binçav kiribûn. Ji van kesan Mehmet Denîz birîndar bûbû û hatibû binçavkirin. Denîz di bin çavan de jiyana xwe ji dest dabû.    13 sal derbas bûn lê di pêvajoya darazê ya derbarê mirina Denîz de tiştek derneket. Piştî ku Dadgeha Qanûna Bingehîn derbarê dosyeyê de biryara "lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û mafê jiyanê hatiye binpêkirin" da, dosye piştî 5 salan cardin hat vekolandin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Erdîşê, derbarê kiryarên "nehatin dîtin" de biryara "lêgerîna daîmî" da û dosye ji Midûriyeta Polîsan a Erdîşê re şand.    ‘DÎMEN JI BER ERDHEJÊ TEXRÎB BÛNE'   Dozgeriyê di biryara xwe ya ji midûriyeta polîsan re şand de, derpêş kir ku ji ber ku kamerayên derdorê hemû xera bûne sûcdar nehatine dîtin. Dozgeriyê di biryara xwe de got: "Di lêpirsîna hatiye kirin de, derbarê polîsên mudaxileyî bûyerê kirine û Mehmet Denîz birine midûriyeta polîsan û nexweşxaneyê de lêkolîn hatiye kirin, mînakeke zabitnameya zevtkirinê ya derbarê polîsên ku zabitnemaya ji bo girtina Mehmet Denîz çêkirine de ji dozgeriyê re hatiye şandin, nehatiye tespîtkirin bê ka Mehmet Denîz tevli xwepêşandana derî qanûnê bûye yan na, ji ber ku avahiya têkildarî bûyerê ji ber erdhejê xera bûye nehatiye tespîtkirin bê ka dîmenên kamerayan xerabe ne yan na û her wiha ji ber ku dîmenên kamerayan ên avahiya midûriyeta polîsan ji ber erdhejê xera bûne, nehatine peydekirin."    DI ZABITNAMEYA EWIL DE HEYE, LÊ DI LÊKOLÎNA DAWÎ DE TUNE YE!   Dozgeriyê ku parast nehatiye tespîtkirin ku bê ka polîsan Mehmet Denîzê ku roja bûyerê birîndar bûye xistine nezaretxaneyê yan na, diyar kir ku nasnameya kesên Denîz binçav kirine jî nehatiye tespîtkirin. Halbûkî di îdianameya ku piştî bûyerê hatibû amadekirin de, hatibû tomarkirin ku di nav 108 kesên hatine binçavkirin de yê 35'an Mehmet Denîz e.    BIRYARA LÊGERÎNA DAÎMÎ   Di nivîsa dozgeriyê de hat gotin ku hin polîsên navê wan di lîsteya peywirdarkirinê ya roja bûyerê de hene îfadeya wan hatiye girtin. Di nivîsê de ev tişt hatin gotin: "Kesan di îfadeya xwe de beyan kirin ku nedîtine kesekî li kesê bi navê Mehmet Denîz xistiye an jî bi keviran ew birîndar kirine. Ji ber vê di çarçoveya ewraqa lêpirsînê de hatiye fêmkirin nasnameya/ên kes/ên gumanbar ê/ên têkildarî mirina Mehmet Denîz de nehatiye/ne tespîtkirin û kesê/ên meçhûl nehatiye/ne zevtkirin û derbarê ewraqê de biryara lêgerîna daîmî hatiye dayîn."   BER BI KIRYAR NEDÎYARÊ VE!   Dozgeriyê xwest derbarê bûyerê de bênavber lêprisîn bê kirin, kiryarên sûc bên tespîtkirin û bê lêkolînkirin bê ka di demên dawî de di navbera Denîz û hin kesan de hisûmetek hebûye yan na. Dozgeriyê de berdewama biryara xwe de ev tişt gotin: "Ji bo bûyer daxilî nav kiryar nediyaran nebe, heta roja demboriyê gere bênavber lêkolîn bên kirin û ji bo zevtkirina gumanbar û tespîtkirina nasnameya wî teqez divê 3 mehan carekê dozgerî bê agahdarkirin."    MA / Adnan Bîlen