Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e 2021-10-10 09:07:49   STENBOL - Parêzerê OHD'î Ferdî Yamar, şewitandina înfaza girtiyên polîtîk bi vî awayî nirxand: "Tenê azadiya wan nayê binpêkirin, di heman demê de şerê ji bo şikandina vînê jî dikin."    Ji ber "Qanûna Înfazê" ya vê dawiyê hat guherandin, berdana girtiyên înfaza xwe temam kirine tê astengkirin. Ji ber vê "qanûnê" heya niha bi dehan girtî nehatine berdan û ji bo neberdana girtiyên ku "poşmanîtî" li wan tê ferzkirin, hincetên wekî neçûna qawîşên edliyan an jî cezayên dîsîplînê yên berê tên nîşandan.    BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛN   Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Ferdî Yamar, "qanûna înfazê" nirxand.    Yamar, diyar kir ku astengkirina berdana girtiyan ji ber biryarên "kêfî" ye û bi sererastkirinên nû re li girtîgehan gelek tişt hatine guherandin. Parêzer Yamar, destnîşan kir ku ev guherandin bi taybetî kirine ku girtiyên polîtîk bi pêkanên kêfî re rû bi rû bimînin. Her wiha Yamar, diyar kir ku bi guherandinên vê dawiyê re di warê hevdîtin, neqilkirin, nameşandin û wergirtin û gelek tiştên din de binpêkirinên mafan zêde bûne.   BIRYARÊN BÎRDOZÎ   Yamar, destnîşan kir ku îdareyên girtîgehan û desteyên çavdêriyê hema bibêje wekî dadgehan tevdigerin û ev yek dibe sedema endîşenî cidî. Yamar wiha domand: "Em dibînin ku ev îdare û deste girtiyên polîtîk didarizînin û biryaran didin. Ev deste cihêkariyê dikin, derbarê girtiyên polîtîk de biryarê didin. Divê bê nirxandin ka ev deste serbixwe ne yan na û pêgirtîbûneke wan a bîrdozî heye yan na. Lê gava em li biryaran mêze dikin, em dibînin ku biryarine bîrdozî ne."    ‘LI GOR KÊ BAŞ?'   Yamar, bal kişand ser guherandinên piştî sererastkirinê û ev tişt gotin: "Deste berê ji heyetekê pêk dihat ku derûnasek, personelên girtîgehê û îdareyê di nav de bû. Lê bi sererastkirina nû re serdozgerên komarê û dozgerên ku ev kes wan diyar dikin di nav de ne. Bi raporên neyînî yên derbarê girtiyên polîtîk de, dixwazin tevahiya înfazê bişewitînin."    Yamar biryarên desteyê yên "ne xwedî rewşeke baş e" jî rexne kirin û got: "Gava raporên ku desteyên girtîgehan didin bi tevahî tên nirxandin, di wan de dibêjin 'ne xwedî rewşeke baş e.' Peyva 'baş', peyveke ku divê pir bi dorfirehî bê şîrovekirin. Li gor kê baş? Li gor kê xirab? Radibin cezayên dîsîplînê yêmn pir zûde didin ber girtiyên polîtîk û înfaza wan dişewitînin. A rast ev peyva 'baş', tê wateya bê ka ji bo îdareya girtîgehê 'baş e' yan na û di heman demê de bê ka girtiyê polîtîk guheriye û veguheriye yan na."    RÊGEZA WEKHEVIYÊ   Yamar, anî ziman ku îdare çûna qawîşa kesên serbixwe û lixwemirkuhatinê li girtiyan ferz dikin û ji bo vê ji girtiyan dixwazin ku daxwaznameyê binivîsin. Yamar di berdewama axaftina xwe de got: "Îdareya girtîgehê dibêje 'heger tu biaqil  bî û bi gotina min bikî, ez ê jî te xelat bikim.' Girtiyên siyasî jî ji ber ku vê yekê nakin tên cezakirin û înfaza wan tê şewitandin. Ev biryar biryarine siyasî ne. Em dixwazin rêgeza wekheviyê ji bo hemû girtiyan pêk bê."    ‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ'   Yamar, zextên li ser girtiyên polîtîk wekî "hiqûqa dijminatiyê" pênase kirin û destnîşan kir ku girtî li dijî van pêkanînan li ber xwe didin. Yamar di dawiya axaftina xwe de got: "Tenê azadiya wan nayê binpêkirin, di heman demê de şerê ji bo şikandina vînê jî dikin. Ev şer, di heman demê de şerê şikandina vînê ye. Şerekî topyekûn dikin ji bo vê. Demildest divê îdareyên girtîgehan dev ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berdin."    MA / Mehmet Enes Sezgîn