Li Iraqê dengdanê dest pê kir 2021-10-10 09:52:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê Iraqê ji bo hilbijartinên parlamentoyê dengdanê dest pê kir.    Li Iraq û Herêma Kurdistanê, ji bo hilbijartinên parlamentoyê dengdanê saet di 07.00'an de dest pê kir. We saet di 18.00'an de sindoq bên girtin û jimartina dengan dest pê bike. Bi giştî 167 partî û tevgerên siyasî tevlî hilbijartinê dibin û 3 hezar û 249 namzet li dijî hev di pêşbirkê de ne. Ji namzetan 951 jê jin in. Li gorî qanûna nû ya hilbijartinê, herêmên hilbijartinê ji 18 derketine 83 herêman.