Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist 2021-10-10 15:12:07   RIHA - Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, bertek nîşanî îşkenceya komî ku li Girtîgeha Jimar 2 a Tîpa T a Rihayê li girtiyan hatibû kirin da û ev tişt got: "Çawa ku Esat Oktay vîna girtiyan neşikand, hûn ê jî bi tu awayî neşikînin."   Li Girtîgeha Jimar 2 a Tîpa T a Rihayê, bi awayekî komî îşkence li girtiyan hatibû kirin û girtî li qawişên bi ava loxarê hatibûn bicihkirin. Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Pirsûsê ya Rihayê, bi beşdariya Parlamentera HDP'ê ya Bajar Ayşe Surucu, van pêkanînên li Girtîgeha Rihayê bi daxuyaniyekê şermezar kir. Dayikên Aştiyê û gelek HDP'î tevlî daxuyaniya ku li pêş avahiya HDP'ê hat dayîn bûn. Surucu, di daxuyaniyê de axivî û bertek nîşanî girtina Hevserokê  HDP'ê yê Navçeya Pirsûsê Yaşar Gunduzalp da û wiha got: "Wê HDP'ê li hember binçavkirin û girtin qet paşde gav navêjin. Armanca desthilata AKP-MHP'ê tasfiyekirin partiya me ye. Divê vê baş bizanibin ku Pirsûs bajarekî şoreşger e ji sedî 80'yê bi HDP'ê re dimeşe. Heta niha gelê Pirsûsê li partiya xwe xwedî derketiye û wê ji niha şûn ve jî xwedî derkeve."   Di berdewamê de Surucu, bal kişand ser îşkenceya ku li Girtîgeha Rihayê li girtiyan hatiye kirin û têkildarî mijarê ev tişt got: "Îro dixwazin rihê Esat Oktay li girtîgehan bidin jiyîn. Lê gelê kurd çawa ku di 12'ê Îlonê de li girtîgehan li ber xwe da wê dîsa li ber xwe bide. Nikarin bi pêkanînên kêfî û zextan girtiyên siyasî bitepisînin. Divê demildest girtiyên birîndar bên tedawîkirin. Em van pêkanînên girtîgehê şermezar dikin. Çawa ku Esat Oktay li Girtîgeya Amedê nikaribû vîna girtiyan bişikîne hûn ê îro jî vîna girtiyan neşikînin. Em kesên li derve heta dawiyê li dijî vê bêhiqûqiyê têbikoşin."