Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê 2021-10-10 16:55:53   AMED - Kesên ku li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên rawestandin bi eskortiya polisan hatin bîranîna Komkujiya Gara Enqerê û hewl dan provaksyonê bikin.    Kesên ku bi angaşta zarokên wan derxistiye serê çiya ji aliyê hikûmetê ve li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên rawestandin, 3 hefte bûn hewl didan êrişî daxuyaniyên HDP'ê yên ku li Parqa Koşûyolî ya navçeya Rezan a Amedê dihatin dayîn bikin. Heman kes bi eskortiya polisan çûn heman parqê û hewldan li dijî bîranîna Komkujiya Gara Enqerê ku 104 kes têde jiyana xwe ji dabûn prokavasyonê derbixin. Koma ku kesê provakator ê bi navê Celîl Begdaş serkêşiya wê dike bi eskortiya polisan hat parqê, bi gotinan û bi awayekî fizîjî êrişê kesên tevlî bîranînê bûn kirin. Li ser berteka kesên tevlî daxuyaniyê bûn Begdaş bi awayekî fîzîkî êrişî beşdaran kir û polisan wî da sekinandin. Begdaş û kesên din ên ku bi eskortiya polisan li parqê hatin rawestandin heta dawiya bîranîn heqaret kirin.    Di bîranîna ku HDP, KKP, CHP, DEVA, Gelecek, TÎP, nûnerên rêxistinên sivîl û pîşeyî tevlî bûn de li ser navê beşdaran Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê Mehmet Ceylan daxuyaniya hevpar a hatibû amadekirin xwend û bal kişand ser kêmasiyên ku di darizandinê derdikevin holê.    Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier jî bal kişand ser hewldanên provakatîf ên li pêş avahiya partiya wan tên rawestandin û wiha bangî polisên li qadê kir: "Hûn ji ewlehiya vî gelî berpirsyar in. Dema ku AKP biçe em ê hesabê pêkanînên we yên kêfî yeko yeko ji we bê bipirsin." Li ser van gotinên Taşçier, amîrê polisan bertek nîşanî Taşçier da. Ji ber vê ji bo demekê nîqaş derket. Piştre daxuyanî hat berdewamkirin û Taşçier ev tişt gotin: "Em daxwaz dikin ku faîl bên darizandin. Em ê hesabê vê teqez li pêşberî hiqûqê bipirsin."   Piştî axaftinan beşdarên bîranînê ji bo qurbaniyan pifdank firandin.