Pirsgirêka wargehan veguherî firsendê: Wê qeyûm ji bo muftîtî û cemaetê wargeh çêbike 2021-10-11 09:00:42 MÊRDÎN - Qeyûmê Mêrdînê, pirsgirêka wargehan a xwendakeran ji xwe re kir firsend û di bin navê wargehê de ji bo temamkirina wan Qursên Quranê ku Cemiyeta Belavkirina Ilm û û Miftîtiya Mêrdînê dest bi wan kirine û neqandine derxist îhaleyê. Bi destpêkirina serdema nû ya perwerdeyê re pirsgirêka bicihbûnê ya xwendekarên zanîngehê derket û li gelek bajaran hê hî ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Li Mêrdînê jî ev pirsgirêka xwendekarên zanîngehê derket û rayedaran wan li otelan bi cih kirin û xwestin bi vî rengî ser pirsgirêkê bigirin. Qeyûmê Mêrdînê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve tayînî şûna Hevşaredarên HDP'ê yên Bajar hat kirin, vê pirsgirêkê ji xwe re kir firsend û ji bo çekirina du  wargehan îhale vekir.    QURSÊN QURANÊ WEKE WARGEH RAGIHAND   Derket holê ku her du îhaleyên qeyûm jî ne ji bo wargehan ji bo Qursên Quranê ne. Qeyûm, di bin navê wargehê îhaleye yekemîn ji bo Wargeha Xwendekaran a Sîracettîn Akin ku ji aliyê welatiyekî ve ji Mifitiya Mêrdîne re hatiye bexşandin vekiriye. Ev avahî li navçeya Artûklûyê ye û wê weke Qursa Quranê bê bikaranîn. Qeyûm di ragihandinê de qet qala van agahiyan nekiriye. Wê avahî ji aliyê Serokatiya Daîreya Bajarvanî û Îmarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve bê sererastkirin. Îhaleya duyemîn jî ji bo temamkirina avahiya wargehê ya Cemiyeta Belavkirina Ilm e.    'JÊ KÊ RE HATIYE PÊŞKÊŞKIRIN?'   Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) ya Mêrdînê Mûstafa Bozan, têkildarî mijarê axivî û bi van gotinan bal kişand ser ersên ku wê li ser wan dibistan û wargeh bihatina çêkirin û di serdema qeyûm de hatine firotin: "Xizneya taybet a gelê Mêrdînî bi kuderê ve çû, bi kîjan armancê ji kê re çû, çawa hat pêşkêşkirin? Divê ev bê pirsîn. Îhaleyên şaredariyê firsendkarî ye. Walîtî û qeyûm mafê biryargirtinê yê bi vî rengî gelo ji kuderê digirin. Divê çavkaniyên cemaweriyê ji berjewendiyên cemaweriyê re bên bikaranîn. Di 4 sal in dawîn de em li Mêrdînê bi rewşeke din re rû bi rû ne. Bikaranîna çavkaniyên gelê Mêrdînê ya bi vî rengî sqandal e."