Danişîna rojnameger Şahîn hat dîtin 2021-10-11 11:25:28   AMED - Danişîna doza darizandina rojnameger Hatîce Şahîn hat taloqkirin.    Danişîna doza nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Hatîce Şahîn a di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di 18’ê Cotmeha 2018’an de hatibû binçavkirin û pişt re serbest hatibû berdan, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Şahîn, bi hinceta hevdîtinên telefonê yên bi çavkaniyên nûçeyan û hempîşeyên xwe re kirine, îfadeyên şahidê nepen û biletên balafirê yên di navbera Amed- Stenbolê de, bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin.    Şahîn beşdarî danişînê nebû û parêzerê wê Resûl Tamûr amade bû.   Di danişînê de, dozger diyar kir ku ew derbarê agahî û belgeyên ji bo dosyayê hatine de, tiştekê nabêjin û xwest biryara şertê kontrola edlî ya derbarê Şahîn de, dewam bike. Dozger xwest li benda mînaka îfadeya Derya Aslan a ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê xwestine bimîn in.   Parêzerê Şahîn Resûl Tamûr jî, xwest biryara şertê kontrola edliya ya derbarê Şahîn de bê rakirin û kêmasiyên di dosyayê de bên temam kirin.    Şandeya dadgehê piştî, navberê daxwaza rakirina biryara şertê kontrola edlî ya derbarê Şahîn de red kir û danişîn taloqî 26’ê Çileya 2022’an kir.