Polîsan bi hêceta ‘cilên herêmî’ bi ser dawetê te girtin 2021-10-11 11:53:09   ENQERE - Polîsan, li navçeya Mamakê, bi hêceta “cilên herêmî li xwe kirinê” bi ser daweta malbateke kurd de girtin û dîmenên kamerayê xwestin.    Polîsan li Taxa Turkozu ya navçeya Mamaka Enqereyê, bi ser daweta malbateke kurd a li qadekê hat lidarxistin de, girtin. Polîsan, cilên herêmî li xwe kirin û nîşaneya serkeftinê weke hêcetên serdegirtinê nîşan dan. Polîsên ku ji Şaxa TEM’ê hatin, îdia kirin ku giliyê dawetê hatiye kirin û dîmenên kamerayan xwestin. Polîsên ku beşeke dîmenên kamerayan temaşekirin, xwestin ku dema dawet bi dawî bibe, dîmenên dawetê teslîmî wan werin kirin û ji nav dawetê veqetiyan.    CARA EWILE JI ŞAXA TEM’Ê POLÎS TÊN   Yek ji xizmên xwediyê dawetê Îlhan Karaman derbarê mijarê de wiha got: “Em 25 sal in dawetên xwe li vir dikin, beriya niha jî gelek caran polîs hatin, lê tu caran ji şaxa TEM’ê polîs nehatin. Beriya niha bi hêcetên weke gelek deng derdikeve dihatin. Em Colemêrgî ne, her tim dawetan dikin, cara ewile bi rewşeke wisa re rûbirû dimînin.”   ÎDIAYA KU MÎTÎNG TÊ KIRIN   Kahraman, bi lêv kir ku polîsan li xwe kirina cilên herêmî weke hêcet nîşan dane û wiha axivî: “Ji me re gotin ku ji ber ‘cilên herêmî li xwe hatine kirin’ gilî hatiye kirin û ne dawet, mitinge tê kirin. Em 25 salan bi heman awayî dawetên xwe dikin. Ji me re gotin ‘hûn dikarin daweta xwe bidomînin lê pişt re em ê dîmenên kamerayan bibin û lêkolîn bikin’ Piştî dawetê xwestin ku em dîmenan ji wan re bibin.”