Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-10-11 12:34:12   AFYON - Li Afyonê servîsa xwendekaran qulupî û qezaya trafîqê pêk hat. Di qezayê de 4 jê xwendekar 5 kesan jiyana xwe ji dest da.    Li nêzî gundê Çatagil ê navçeya Îscehîsar ê Afyonkarahîsarê servîsa xwendekarên dibistana seretayî têde bûn, qûlipî û qezaya trafîqê pêk hat. Di encama qezayê de 4 jê xwendekar 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Ajokarê wesayîtê û 2 zarok jî birîndar bûn. Tîmên tenduristiyê, agirkuj, polîs û cenderme sewqî cihê qezayê hatin kirin. Birîndaran bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Afyonê.