Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn 2021-10-11 12:46:44   ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Jinan a Kandirayê girtî ye, diyar kir ku zextên li ser wan zêde bûne û ev tişt got: "Divê demildest li girtîgehan dawî li binpêkirinên mafan û pêkanînên provakatîf û zextan bê anîn."   Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Jinan a Hejmara 1 a Kandirayê di rojên dawîn de zextên li ser girtiyan zêde bûne, lêgerînên rûtîn ku mehê carekê dihatin kirin êdî ji 3 rojan carekê tên kirin, jimartina ku rojê 2 caran dihat kirin jî êdî rojê 3 caran tê kirin. Qawişên girtiyan timik tên guhertin û girtiyên edlî û DAIŞ'î dikin navbera qawişên girtiyên siyasî. Girtiyên ku bi parêzerên xwe re hevdîtin kirin, ragihandin ku saet di 12'00'ê şevê de jimartina dawî tê kirin. Girtiyên ku dayik ku zarokên wan hene gelek zehmetî dikişînin. Zarokên ku bi şev digirîn û heta serê sibehê nasekinin hene. Bi hinceta pandemiya koronayê hevdîtina vekirî ya bi girtiyan re nayê kirin û qadên hevpar ji girtiyan re hatine sînorkirin.     YUKSEKDAG: ZEXT LI GIRTIYAN TÊ KIRIN   Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Jinan a Hejmara 1 a Kandirayê girtî ye ji bi parêzerên xwe re ev peyman şand: "Li girtîgehê polîtîkayên zextê zêde dibin. Desthilata siyasî û Wezareta Edaletê berpirsyarê pirsgirêkên ku li girtîgehan derkevinin. Divê demildest li girtîgehan dawî li binpêkirinên mafan û pêkanînên provakatîf û zextan bê anîn."