Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn 2021-10-11 13:08:01   AMED - Rexmî biryarên beraetê yên hin dosyayên doza ku derbarê Komeleya Sarmaşikê ku bi KHK'ê hatibû girtin de hatibûn vekirin jî li Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleyê Dr. Mehmet Selîm Olçer 2 sal û mehekê ceza hat birîn.    Komeleya Têkoşîna bi Xizaniyê re û Geşepêdana Domdar a Sarmaşikê, di sala 2016'an de bi KHK'ê hatibû girtin û bi angaşta "piştgiriya rêxistinê" doz li Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleyê Dr. Mehmet Selîm Olçer hatibû vekirin. danişîna doza Olçer li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Olçer û parêzer Zulal Erdogan Bîlal li danişînê amade bûn. Di danişînê de dozgerê dozê mutalaaya xwe ya danişîna beriya niha dubare kir û xwest ku Olçer bê cezakirin.    2 SAL CEZA LI OLÇER BIRÎN   Olçer, li dijî mutalaaya ku hat xwendin derket û sûcdariyên li dijî xwe red kir. Parêzera Olçer Zulal Erdogan jî li dijî mutalaaya derbarê muwekîlê xwe de derket û got ku bi awayekî şênber delîleke hiqûqî nayê dîtin û beraeta muwekîlê xwe xwest. Piştî parastinan dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi sûcdariya "rexmî ku ne endamê rêxistinê ye bi zanebin û dilxwazî piştgiriya rêxistinê kiriye" 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li Olçer birî.    DERBARÊ DOZÊ DE   Komeleya Sarmaşikê di sala 2006'an de li Amedê hat vekirin û di 22'ê mijdara 2016'an de bi KHK'a hejmara 677'an hat girtin. Piştî girtina komeleyê derbarê rêveber û endamên wê de bi angaşta "piştgiriya rêxistinê a dilxwazî" doz hat vekirin. Bi hinceta ku Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleyê bû doz li Rojnameger Mahmût Oral hatibû vekirin û di 14'ê îlonê danişîna doza Oral hat dîtin û Oral beraet kir. Hin endamên din ên komeleyê ku bi heman sûcdariyan dihatin darizandin beraet kirin û hinek ji wan jî darizandinên wan didomin.