Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê 2021-10-11 13:33:39   RIHA - Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, binpêkirinên mafan û îşkenceya komî ku li girtîgehan li girtiyan hatibûn kirin bir rojeva meclisê û ev pirs "Biryareke wezareta we ya serdegirtina qawişan heye? Heke hebe hinceta vê çî ye?" ji Wezîrê Edaletê kir.    Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, binpêkirinên mafan û îşkenceya komî ku li girtîgehên Şakran, Bakirkoy û Rihayê li girtiyan hatibûn kirin, bir rojeva meclisê. Surucu, bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bi bersivîne pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê. Surucu, di pêşnûmepirsa xwe de qala îşkenceyên ku li girtiyan hatine kirin kir û ev pirs ji Wezîr Gul kirin:    “* Biryareke wezareta we ya serdegirtina qawişan heye? Heke hebe hinceta vê çî ye?   * Biryareke wezareta we ya bicihkirina girtî û hikumxwarên siyasî ya li qawişên sûcdarên edlî heye?   * Li ser angaştên lêdana girtî û hikumwaran hûn ê lêpirsînek bidin destpêkirin?    * Hûn ê daxuyaniyekê bidin raya giştî?"