Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê 2021-10-11 15:53:53   STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di bîranîna Dr. Hikmet Kivilcimli de, axivî û got: “Xwedî derketina têkoşîna wî ya mezin a li dijî pergalê, ji bo me rûmetek mezin e. Ew çavkaniya têkoşînê bû.”   Komeleya  Enstîtuya Kivilcimli, Partiya Vejandîna Sosyalîst (SYKP), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partya Şoreşger, û Partiya Azadiya Civakî (TOP) yek ji teorîsyenên girîng ên tevgera şoreşgerî ya li Tirkiyeyê, Dr. Hikmet Kivilcimli di 50’emîn salvegera mirina wî de bi bîr anîn. Kivilcimli li ser gora xwe ya li Topkapi ya Stenbolê hat bibîranîn. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, parlamenterên HDP’ê Tulay Hatimogûllari, Serpîl Kemalbay û gelek nûnerên rêxistinê civaka sivîl beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de, wêneyên Kivilcimli û pankarta “Di şerê me yê şoreşê de dijî” hatin hilgirtin.    Ji Komeleya Enstîtuya Kivilcimli Ahmet Kale, di bîranînê de axivî. Kale, diyar kir ku Kivilcimli her tim li dijî bêmafiyê têkoşîn esas digirt û got: “Kivilcimli li dijî dewlet û derewên wê şer kir. Tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda.”    Berdevkê SODAP’ê Sevtap Akdag jî, têkoşîna Kivilcimli bi bîr xist û ev nirxandin kir: “Wî li ser tespît Kurdistan kolonî ye xebitî.”   BÛLDAN: ÇAVKANIYA TÊKOŞÎNÊ BÛ    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî, axivî û got: “Kivilcimli di tevahiya jiyana xwe de bedelên mezin dan. Kivilcimli bibû çavkaniya jiyanê ya jinan, ciwanan û karkeran. Ger em wî di rojek wiha de bi tenê bihêlin, em ê bikevin gunek mezin. Xwedî derketina têkoşîna wî ya mezin a li dijî pergalê, ji bo me rûmetek mezin e. Ew çavkaniya têkoşînê bû.”