Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye 2021-10-11 16:15:19   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê şahiya ku HDP'ê xwest li dar bixe bi hinceta pandemiyê hat qedexekirin lê ji bo konsera ku wê Şaredariya Şirnexê ya AKP'î 2 rojan bide destûr hat dayîn.    Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê, xwest derbarê salvegera damezrandina xwe de di 15'ê cotmehê de li navçeyê şahiyeke li dar bixe. Qaymeqamiyê Cizîrê bi hinceta pandemiyê şahiya HDP'ê qedexe kir. Lê berovajiyê vê ji bo konsera ku wê Şaredariya Şirnexê ya AKP'î di navbera 13-14'ê cotmehê de bide tu astengî nehat derxistin.     QEDEXE TENÊ JI HDP'Ê RE YE   Hevserokê HDP'a Cizîrê Zîlan Ecevît, têkildarî mijarê axivî û bi bîr xist ku her sal damezrandina partiya xwe bi gel re pîroz dikin û serlêdana wan a îsal ji aliyê Qaymeqamiya Cizîrê ve hatiye qedexekirin û bertek nîşanî qedexeyê da. Ecevît, destnîşan kir ku naxwazin bi gel re bên gelhev û wiha got: "Ji bo vê bi hincetên cuda hewl didin hemû çalakiyên ku em dixwazin bikin qedexe bikin. Lê ji bo konserên mezin ên AKP'ê ku wê hunermend tevlî bibin tu astengî tuneye. Mesele ne pandemî ye mesele HDP ye. Lewre dema ku şaredariya AKP'î dixwaze dike û dema ku em dixwazin hinceta pandemiyê ji me re derdixin. Ev nîşaneya polîtîkaya du rû ye."   Ecevît, da zanîn ku wê di her şert û mercî de şahiya xwe li dar bixin û bang li gelê Cizîrê kir ku di 15'ê cotmehê de li ber avajiya wan kom bibin.