Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin 2021-10-12 09:45:50   ANTALYA - Li Antalyayê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt û rêveberên Halkevî, SYKP û TÎP’ê di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ve hat destpêkirin de polîsan serê sibê bi ser gelek malande girt. Piştî lêgerînên li mala rêveberên Halkevî, SYKP û TÎP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Antalyayê.  Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne: Serokê Halkevî ya Şaxa Antalyayê Gurkan Gulseven, Endamê PM’ê yê SYKP’ê Taylan SOnmez û Enes ê paşnavî wî nehat zanîn.