Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin 2021-10-12 09:55:26 MÊRDÎN - Abdurrahîm Baybars ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye, ragihand ku bi ser qawişên wan de hatiye girtin û piştre qawiş û bloqên wan hatine guhertin û têkiliya wan a bi hevalên wan re qut bûye. Abdulkadîr Baybars ku li Girtîgeha Kurkçulerê girtî ye jî 23 roj in di greva birçîbûnê de ye.   Abdurrahîm Baybars ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ye, bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku di 7'ê cotmehê de saet di 04.00'ê sibehê de bi ser qawişên wan de hatiye girtin û piştre qawiş û bloqên wan hatine guhertin û têkiliya wan a bi hevalên wan re hatiye qutkirin. Baybars, da zanîn ku gardiyanan ji wan re ragihandin ku hin girtî sewqî bloka E hatine kirin û hin girtî jî sewqî Girtîgeha Jimara 3 hatine kirin ev ferman ji Wezareta Edaletê ji wan re hatiye. Baybars, da zanîn ku bi 13 girtiyan re li qawişeke ku bi têlan girtî ye û mîna qefesan e hatine bicihkirin û têkiliya wan a bi hemû hevalên wan re hatiye qutkirin. Baybar, bi lêv kir ku ji hevalên wan ên birine Bloka E'yê qet agahî nagirin û nizanin ku wê ji niha şûn ve wan bi kuderê ve bibin. Herî dawî Baybars, got ku rewşa li girtîgehê ne diyar e û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    23 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE   Birayê Baybars Abdulkadîr Baybars ku li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ji Doza Nisêbînê girtî ye û li huncreya yekkesî tê girtin jî bi malbatê re axivî û ragihand ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê di roja 23'an de didomîne. Baybars ji sala 2016'an ve girtî ye û 4 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin.