‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’ 2021-10-12 10:04:34   MÊRDÎN - Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê Emrullah Bîlîk diyar kir ku Desteyên Çavdêrî û Îdareya Girtîgehan ketine şûna dadgehan û biryaran didin.    Girtiyên li Girtîgeha Mêrdînê ya Tîpa E têkildarî binpêkirinên mafên xwe yên wek “tedawî nayê kirin”, “kargo û rojname nayên radestkirin”, “astengkirina berdana girtiyên cezayê wan xilas bûye” serî li îdareya girtîgehê dabûn. Li ser vê serlêdanê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê ket tevgerê. Komîsyonê ji bo lêpirsîna mijarê were kirin serî li Serdozgeriya Komarê dan û xwestin ku dane bi wan re werin parvekirin.    ‘BI HEWCEDARIYA XEBATEK TAYBET NEHAT RAGIHANDIN’    Îdareya Girtîgeha Mêrdînê bersiva serlêdana girtiyan da û îdare îdia dike ku; têkildarî astengkirina berdana bi şert di çarçoveya Qanûna Derbarê Înfaza Tedbîrên Girtîgeh û Ewlehiyê de tê kirin, tedawiya girtiyan têk irin, kargoyên ji bilî PTT’ê şîrketên taybet ên kargoyê naynin girtîgehê. Girtîgeh dibêje ku agahiyên kul i gorî encama lêkolîn, lêpirsîn û ango analîzê tên xwestin, bi hewcedariya xebatek taybet lêpirsîna wê berdewam dike.    ‘BERSIVA GIRTÎGEHÊ JI RASTIYÊ DÛR E’   Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê Emrullah Bilik diyar kir ku bersivên girtîgeh dide girêdayî xalên qanûnê ne û bersiva pirsên wan kiriye nehatine dayîn. Bilik anî ziman ku binpêkirinên mafan bi dawî nebûne û ew bi fikar in ku wê berdewam bikin û ew ê serlêdanên hewcedar bidomînin. Bilik got dema ew li bersiva girtîgehê dinêrin qey dibêjin her tişt “gul û gilistan e” û bersiva girtîgehê daye rastiyê nîşan nade.    ‘GIRTÎGEH KETINE ŞÛNA DADGEHAN’    Bilik da zanîn ku girtiyên cezayê wan qediyaye û bi îdiaya “halê baş” nayên berdan ne qanûnî ye û mafê azadî û ewlehiyê yên girtiyan hatiye astengkirin. Bilik destnîşan kir ku girtîgeh bi van bersiv û biryaran ketine şûna dadgehan û ketine rewşa rayedariyek ku dikarin biryarê bidin. Bilik got encax girtîgeh dikare derbarê girtiyan de biryar bide.