Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye 2021-10-12 11:15:58   RIHA - Parêzer Hîdayet Enmek li Girtîgeha Rihayê bi wan girtiyên ku bi îşkenceya komî re rûbirû mabûn re hevdîtin kir û got: “Êrişa li dijî girtiyan parçeyê Plana Têkbirinê ye. Riha jî bi taybet hatiye bijartin.”    Li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Jimara 2’yan di 7’ê cotmehê de 80 gardiyanan bi cilên robokop bi ser qawîşan de girtine û li dehan girtiyan dane û bi awayê komî îşkence li wan kirine. Di van rojên dawî de li girtîgehên wek Kirikkale, Kurkçulera Edeneyê, Şakrana Îzmîrê bi heman rêbazan îşkence li girtiyan hatiye kirin. Di serdegirtina qawîşan de gariyan dest datînin ser kelûpelên girtiyan jî.    Li aliyekî zext, îşkence û muemaleyên nebaş li ser girtiyan tên kirini, li aliyekî jî rayedar derdikevin wek ku tiştek nebûye daxuyaniyan didin. Wezîrê Dadê Abdullahamît Gul duh di Civîna Salê ya Girtîgehan de axaftinek balkêş kir û got: “Sûcê wan çi dibe bila bibe, divê li girtîgehan her kes li gorî rûmeta mirovahiyê bijî û muamele li hember wan were kirin. Her kes xwedî vî mafî ye.”    Parêzer Hîdayet Enmek duh çû Girtîgeha Rihayê û serdana wan girtiyên ku bi îşkenceya komî re rûbirû mabûn kir. Enmek zextên li ser girtiyan û daxuyaniya Wezîrê Dadê nirxand.    3 MIDUR JÎ BEŞDARÎ ÊRIŞÊ BÛNE    Enmek anî ziman ku 3 midurên girtîgehê jî bi gardiyanan re beşdarî êrişê bûne û wiha got: “Rêvebir û bi dehan gardiyan diçin qawîşan. Bi cilên robokop ku li xwe kirine, rûgirtî û nayên naskirin ketine qawîşan. Ji girtiyan re gotine 'qawîşan biterikînin, em cihê we diguherînin'. Dema ku muwekîlên me sedem pirsîn, ji wan re dibêjin, 'Giştînameyek Wezareta Dadê heye, em ê li gorî wê biguherînin'. Piştî ku muwekîlên gotin 'em dixwazin giştînameyê bibînin', 3 midur didin gardiyanan û êrişî girtiyan dikin. Nêzî 80 girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane. Gelek kes birîndar in, daxwazên wan ên çûna nexweşxaneyê nehatine qebûlkirin.”    AVA PÎS DIHERIKE HUNDIR    Enmek anî ziman ku girtiyan bi îşkenceyê dibin odeyên nû û got: “Pencereyên li qawîşên nû şikestî ne, tevahiya şevê li ber hewa sar têne hiştin. Kanalîzasyon diherike hundir. Mislix hatin rakirin. Bêhn nexweş tê. Miwekîlên me birine cihek wek sergo ku têbikaranîn.”    TENÊ 10 GIRTIYAN BIRINE REVÎRÊ    Enmek anî ziman ku ji van girtiyan tenê 10 girtî birine revîrê ku tedawî bikin û di mil û destên wan de birîn çêbûne û laşê wan reş û mor bûne û her wiha girtiyên astengdar jî di nav wan de hene. Enmek destnîşan kir ku êrişa li dijî girtiyan pêk hatiye êrişek bi armanca provokasyonê pêk hatiye ye.    DIVÊ WEZARET LÊPIRSÎN BIDE DESTPÊKIRIN    Enmek bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Dadê ya ku duh kiribû û îşkence û gotinên wezîrê dadê li hev nakin û îşkenceya tê kirin wateya daxuyaniya wî pûç dike. Enmek diyar kir ku divê Wezareta Dadê demildest têkildarî girtîgehê lêpirsîn bide destpêkirin. Enmek anî ziman ku girtiyan bi daxwaznameyan derbarê îdareya girtîgehê de gilî kiriye û rêxistinên mafê mirovan û partiyên siyasî jî li pey meseleyê ne.    ‘RIHA KIRINE NAVENDA ÎŞKENCEYÊ’    Enmek dilgiraniya xwe anî ziman ku kiryarên neqanûnî yên li dijî girtiyan beşek ji "Plana Têkbirinê” ye ku ji hêla Desteya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ve di 30’ê Cotmeha 2014’an de biryara wê hatiye girtin û wiha got: “Ev biryar di 24’ê Tîrmeha 2015’an de ket meriyetê. Berê li Rihayê hin bûyerên bi vî rengî qewimîn. Pêvajoyek bi navê pêvajoya aştiyê hebû û hat ragihandin ku piştî ku du polîsên li Ceylanpinarê hatin kuştin, bi dawî bû. Di heman heyamê de 33 ciwanên ku dixwestin alîkariyê bînin Kobanê li Pirsûsê hatin kuştin. Piştî bidawîbûna pêvajoya aştiyê, Riha bû navenda îşkenceyê. Riha ji bo êrişên li dijî Rojava wekî baregeh dihat bikaranîn. Cihê destpêkê yê Doza Kobanê, ku weke sedema girtina HDP'ê tê nîşandan Riha hat nîşandan. Li Rihayê gelek sepanên bi vî rengî hene. Diyar e ku ‘rêxistinek kûr’ ferman daye tiştê ku di girtîgehê de diqewimin. Ev rêxistin bi yek destî tê rêvebirin. Tiştê ku di 7’ê cotmehê de li Girtîgeha Rihayê qewimîne ceribandinek bû. Berteka gel tê ceribandin. Ez bawer dikim ku dê li cihên din bi encamên ku ji vir têne girtin êriş werin kirin. Divê raya giştî van êrişan ji rêzê nebîne, berteka wan dê pêşî li êrişên din bigire.”    MA / Emrullah Acar