Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin 2021-10-12 12:30:20   MÛŞ - Tevfîk Kalkan ê 55 salî, ku li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmara 2'yan girtî ye, tevî ku 30 sal in cezayê wî qediyaye jî berdana wî salekê hat taloqkirin.   Tevfîk Kalkan ê 55 salî, ku li Girtîgeha Telîrdagê ya Tîpa F a Hejmara 2'yan girtî ye, tevî ku cezayê wî 30 salî qediya jî nehat berdan û berdana wî hat taloqkirin. Serokatiya Lijneya Çavdêrî û Îdareya Girtîgehê, piştî rewşa berdana Kalkan a bi şert nirxand, biryara “ne di rewşeke baş de ye’ da. Kalkan li dijî biryarê serî li 2’yemîn Dadgeha Înfazê ya Tekîrdagê dabû. Dadgehê serlêdana Kalkan red kir.    ‘LI DIJÎ BINGEHA HIQÛQÊ YE’   Nexweşiyên weke Hepatît B, ulser, xurandin û şînbûna çerm Kalkan re hene. Kalkan ê cezayê wî hat taloqkirin, di nameya ji rojnamevan Huseyîn Aykol re şandî de wiha dibêje: “Ji îro (20’ê Îlona 2021) û pê ve, 30 salên min tejî bûn û diviya bû ez hatibûma berdan. Bi nêzîkatî û biryareke pir keyfî, neqanûnî, bi gotina 'em te bernadin' berdana min hat astengkirin. Sedem çi ye? Her tiştê ku hûn binivîsin sedem e. Herî dawî min serî li Dadgeha Înfazê da. Serîlêdana ku divê di derheqê kesên ku piştî 1’ê Çileya 2021’an de li saziyê têne pejirandin dest pê bike jî bi rengek ji me re tê sepandin. Li vir rewşeke li dijî rêgezên hiqûqê heye. Şakîr Bulbul, Aydin Akdogan, Îsmaîl Yakin û em 4 kes di heman rewşê de ne. Li aliyê din kesên ku cezayê wan ji salekê kêmtir e dişînin girtîgehên navçeyê lê ev der wê nake. Ev der jî mîna cihên din di bin banê Wezareta Dadê de ye. Ez vê rewşê dipirsim, lê ez nikarim bersivekê ji kesî bistînim.”   SEDEMÊN PÊKENOK   Xwişka Kalkan, Cevriye Firat Kalkan bertek nîşanî taloqkirina berdana birayê xwe da û diyar kir ku ji ber birayê wê demekî dirêje di girtîgehê de ye gelek pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Kalkan, bi lêv kir ku ji bo birayê wî sewqî girtîgeheke din bibe gelek serlêdan kirine lê hemû jî hatine redkirin û wiha got: “Bersivek neyînî ji daxwaza me re hat dayîn, sedemên pûç ên wekî ku wî radyoya ku wî ji kantînê bi pereyê xwe kirî xera kiriye û ew li gorî rêzikên teserûfê tevne geriyaye. Rêveberiya girtîgeha Tekîrdagê bi sedemên sade û pêkenok berdana gelek hevalan taloqkir. Di nav sedemên komîteya çavdêriyê de, sedemên weke ‘ji pirtûkxaneya saziyê pirtûk negirtine’, ‘li gorî rêzikên paqijî û xebitandinê yên girtîgehê tevnegeriyane’ û ‘di dema mayîna xwe de di demên cûda de beşdarî grevên birçîbûnê bûne’ nîşan dane. Ji ber ku birayê min poşman nebû, wan biryar da ku ew ê ‘hînî nav civakê nebe’. Ti bingehek qanûnî û mirovî ya komîteya çavdêriyê tune ye ku kesekî 30 sal in girtî ye, ji ber sedemên keyfî yên girtîgehê zêdetir di girtîgehê de bimîne. Di vê demê de, ew li hundir, em li derve têdikoşin. Bi sedan girtiyên mîna Tevfîk di heman pêvajoyê re derbas dibin. Em dixwazin kesên ku cezayê wan xelas bûne demildest bên berdan û azad bibin.”