Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin 2021-10-12 12:59:17   STENBOL - Danişîna 14’emîn a doza ku nûçegihanên ETHA’yê, rêveberên ESP’ê û parêzer jî di nav de 23 kes jê tên darizandin, bi hêceta ‘kêmasî bên temamkirin’ hat taloqkirin.    Danişîna 14’emîn a doza ku Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, namzeta Koma Parêzerên Demokrat ên Azad (ODAV) ê Baroya Stenbolê Sezîn Ûçar, Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Îsmînaz Temel û Havva Cûştan û endam û rêveberên ESP’ê jî di nav de 23 kes jê tên darizandin li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rojnamevan Îsmînaz Temel, Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş, namzeta ODAV’ê Sezîn Ûçar û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Ji Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî gelek parêzeran danişîn şopand.    ‘ÎDÎA BÊ BINGEHIN’   Şandeya Dadgehê, diyar kir ku derbarê Gumuştaşê de îdianameyeke nû hatiye amadekirin û dosya kirine yek. Gumuştaş, da zanîn ku îdiayên derbarê wê de bê bingeh in û xwest ku nasnameya kesê ew îxbar kiriye were diyarkirin.    Dadgehê xwest ku Gumuştaş, têkildarî parvekirinên xwe yên medya dîjîtal parastinê bike. Parêzera Gumuştaş, Arzû Eylem Kayaoglû, da zanîn ku wê piştî lêkolîna dosyayê parastina xwe bikin. Gumuştaş û parêzera wê xwestin ku şertê kontrola edlî were rakirin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Pişt re Prz. Sezîn Ûçar parastin kir. Sezîn, diyar kir ku şertê kontrola edlî xebatên wê asteng dike û xwest were rakirin. Rojnamevan Îsmînaz Temel jî heman daxwaz kir.  Dozger xwest ku şertê kontrola edlî berdewam bike. Şandeya Dadgehê biryar da ku kêmasiyên dosyayê bên temam kirin, şertê kontrola edlî berdewam bike û danişîn taloqî 15’ê Sibata 2022’yan kir.