Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî! 2021-10-12 13:34:33   RIHA - Hat îdiakirin ku makîneyên Fabrîkaya Pêlava a Yilmazlar ku karkeran derxistin destûra bêheq, veguhestine bajarê Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. 600 karkerên vê fabrîkayê 4 meh in nikarin heqê tazmînat û meaşê xwe werbigirin.    Fabrîkaya Pêlavan a Yilmazlar li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Rihayê, du sal in bi 600 xebatkaran pêlavan hildiberîne. Rêveberiya fabrîkayê karkeran derxist destûr bêheq û makîneyên xwe bar kir û ji holê winda bû. Karkerên ku duh destûra wan qediya çûn fabrîkayê û bi kargekeh viqûvala re ku makîne têde nînin re rûbirû man. Ev karker 3-4 meh in tazmînat û meaşê xwe nikarin werbigirin. Karkeran îdia kir ku fabrîkayê makîneyên xwe veguhestine bajarê Girê Spî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji cotmeha 2019’an ve di bin kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar de ye.    MUXATAB NABÎNIN    Karkeran ji bo heqê xwe li ber Kargeha Ahmet Bahçivan a Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê û karkeran got ew muxatabek li hember xwe nabînin û xwestin rayedar xwedî li wan derkevin. Karkeran got fabrîka du sal berê bi desteka dewletê hatiye avakirin û dewleta ku destek dide patronan bila hinek destekê bide karkeran jî û karker êdî nikarin debara xwe bikin.