Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-10-12 13:58:24   ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê derbarê bîranîna ku ji bo Mîraç Miroglu yê di encama lêqelibandina wesayîteke zirxî de jiyana xwe ji dest dabû,  lêpirsîn da destpêkirin.    Di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, wesayîteke zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû qelibî û ew qetil kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Hezexê, derbarê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û piştî 3 rojan îfadeyê polîsê kujer girtibû û hatibû berdan. Di lêpirsînê ku hatiye destpêkirin de Mîraç Mîroglu tawanbar hatibû nîşandan û ew "Bi qusir" hatibû dîtin.    Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Hezexê di 5’ê îlonê de bi girseyî Mîroglu li cihê ku hatibû qetilkirin bibîr anîbû. Di bîranînê de daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê Elfesya Nas ku ji peywîrê hatiye dûrxistin ve hatibû xwendin. Dozgeriya navçeyê bi hinceta " Sûcê heqaretê û gel tahrîkî kîn û dijminatiyê kiriye" derbarê Elfesya Nas û hûnermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Botanê Abdullah Ayav de lêpirsîn da destpêkirin.    'EZ TAWANBARIYÊ QEBÛL NAKIM'    Îro endama Meclîsa Giştî ya Bajêr a HDP'ê Elfesya Nas, bi parezerê xwe re çû û li Miduriyeta Polîsan a Navçeyê îfade da. Nas, di îfadeyê ku daye polîsan de wiha gotiye: “Ez vî sûcî qebûl nakim. Ev bûyereke civakî bû. Ji bo ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin û tedbîr bên girtin me daxuyaniyek çapemeniyê da. Ez tawanbariya li ser xwe qebûl nakim."