CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir 2021-10-12 14:19:59   NAVENDA NÛÇEYAN - CPT derbarê êrişên Tirkiyeyê yên ser Herêma Kurdistanê de raporeke amade kir û diyar kir ku êrîş li dijî kurdan, baweriyan, li herkesê biçek û bêçek tên kirin û banga hestiyariyê li saziyên navnetewî kir.    Daneyên ku Tîma Navbeynkaran a Xiristiyan (CPT), ji sala 2015’an ve berhev dike, asta operasyonên eskerî yên Tirkiyeyê radixe ber çavan. Di raporê de ku ji bo diyarkirina binpêkirina mafên mirovan ên Xiristiyanan ên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê hate amadekirin, hate ragihandin ku ji ber operasyonê gundên Xiristiyan hatine valakirin, mal, dêr hatine hilweşandin, bax û baxçe zerar dîtine û Xiristiyan bûne penaber.   Li gorî daneyên CPT’iyê, li herêmê 42 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene û ji ber operasyonan 148 gund hatine valakirin, 116 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha işaret bi êrişên bênavber ên balafirên bêmirov ên bi çek ên dewleta Tirk hate kirin. CPT’iyê di raporê de ragihand ku dewleta Tirk ji herêma Zaxo ya Duhokê heta herêmên Kelaşîn û Sidekanê yên Hewlêrê di bin navê 'herêma ewle' de dixwaze li qadê serwer be. CPT’iyê destnîşan kir ku operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmê ne tenê li dijî PKK'ê ne, bi rêbazeke wisa tê meşandin ku li dijî tevahiya gelê kurd, baweriyan û mirovên biçek, bêçek li dijî her kesî ye.   ‘EWLEHIYA JIYANA WAN NEMAYE’   CPT’yê da zanîn ku ku ji ber êrişên hewayî zerar li dêr û cihên baweriyê yên Xiristiyanan jî bûye û wiha got: “Xiristiyanên ku li gundan ewlehiya jiyana wan nemaye, yek bi yek neçar man ku gundan biterikînin. Ji ber êrişên Tirkiyeyê gelek malbatên Xiristiyan li nava Iraqê bûne penaber û ji sala derbasbûyî û vir ve zerar li zêdeyî 10 dêran bûye û li îbadetê hatine girtin. Ji ber êrişên dewleta tirk zêdeyî 80 gund hatine valakirin û gundî neçar mane koçî Zaxoyê bikin.”   ‘ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ Û HOVITIYA DAÎŞ’Ê WEKE HEV E’   CPT’iyê bi bîr xist ku çavkaniya bingehîn a debarê ya Xiristiyanan çandinî ye, cotkar nikarin zeviyên xwe av bidin û wiha berdewam kir: “Li gel nerazîbûnê jî êrişên Tirkiyeyê yên ser herêmê dewam dikin. Mirov, bawerî û gel zerarê dibînin.” CPT’iyê destnîşan kir ku êrişên dewleta tirk û hovîtiya DAÎŞ'ê weke hev e û  got: “Çawa ku sala 2014'an çeteyên DAIŞ'ê êrişî Nînovayê kirin Xiristiyan ji cih û warê xwe bûn, niha jî Xiristiyan ji ber êrişên Tirkiyeyê koçberî deverên cuda bûn. Hovîtiyek ku dişibe hovîtiya DAÎŞ'ê di êrişên Tirkiyeyê de heye.”   CPT’iyê di raporê de bang li raya giştî ya navneteweyî û hêzên navneteweyî kir ku li ser mijarê bisekinin.