ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-13 09:00:05 * Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Şirnexê Serhat Kuçuk, diyar kir ku tevî teşhîskirinê jî cenazeyan nadin malbatên wan û got: "Testa DNA’yê bi encam dibe jî agahî nadin malbatan. Pişt re bêyî ku cenaze werin şûştin û wecîbeyên olî pêk werin li goristana bekêsan tên veşartin.” * Di ser qetilkirina rojnamevan Kadrî Bagdû re 7 sal derbas bûn. Derbarê dosyeya lêpirsînê de "biryara daîmî" hat dayîn. Malbata Bagdû, diyar kirin ku dê dev ji vê dozê bernedin û xwest kiryar bên darizandin.    * Parêzvanên mafên mirovan anîn ziman ku tecrîda li Îmraliyê sûcekî qanûna bingehîn e û bang li saziyên navneteweyî kirin ku di vî warî de tevbigerin.    * Alî Osman Koseyê 38 sal in girtiye û pençeşêr lê peyda bûye, nayê dermankirin. Malbatê xwest, kose bê berdan.    * Esnaf û welatiyên Çewligê ku krîza aborî bandorek mezin li wan kiriye, anîn ziman ku heya ev îqtidar neçe dê tu tişt sererast nebe.   * Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'a Şirnexê Delîl Urek, anî ziman ku di çarçoveya kampanyaya "Em xwe ji tiryakê rizgar bikin, jiyanek nû ava bikin" de li seranserê bajêr pêwendî bi 15 hezar kesî re danîne û got: "Heya em li herêmê tiryak û fuhûşê neqedînin, em ê li kuçeyan bin."    * Li gundên herêma Xisorê jinan piştî erzaq û zexîreyên zivistanê, niha jî ji bo çêkirina lihêf û doşekan zend û bend badane.    * Parlementerê CHP û Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê Tûran Aydogan, diyar kir ku polîtîkayên "ewlehîparêz" ên îqtidara AKP'ê li girtîgehan bûne sedema dramekê û got: "Îqtidar ji bo van binpêkirinên mafan xwe li ker û lalîtiyê daniye."    * Hunermendan, bertek nîşanî daxuyaniyên Tamer Karadaglî ku bi gotinên neteweperest Nîhal Yalçin hedef nîşan da bû, dan û gotin: “Ev helwesta Karadagli, êrişa li dijî jin, siyaset û nasnameya Kurd e.”   * Malbata Şenyaşar wê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja 219'emîn de dewam bike.    * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê derbarê penaberekî ku ji aliyê cîranên xwe ve rastî êrişê hat de, daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Platforma Zimanê Kurdî, wê li avahiya Şaxa Genel Îş a Êlihê, avakirina şaxa xwe ya Êlihê eşkere bike. (13.00)