Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e 2021-10-13 09:00:42 ENQERE - Parêzvanên mafên mirovan anîn ziman ku tecrîda li Îmraliyê sûcekî qanûna bingehîn e û bang li saziyên navneteweyî kirin ku di vî warî de tevbigerin.  Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê de ne, didome. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgehê ya Îmraliyê nayên bersivandin.    Parêzvanên mafên mirovan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin.    ‘TECRÎD SÛC E LI DIJÎ MIROVAHIYÊ'   Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Dîlokê Sînan Taştekîn, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan beriya her tiştî binpêkirina mafê mirovan e û got: "Di qanûnên derbarê girtî û hikumxwaran de, tiştekî li gor şexsan tune ye. Bêparkirina ji mafan, pêkanîneka tecrîdeke taybet e. Ev jî binpêkirina mafên mirovan e. Ev ji ber siyasîbûna darazê û zextên sîyasetê yên li ser darazê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan, sûcekî li dijî mirovahiyê ye."    TÊKOŞÎNA HEVPAR   Taştekîn, bibîr xist ku Ocalan ji 1999'an heya niha tê tecrîdkirin û ew parêzvanên mafên mirovan ji bo jiholêrakirina vê tecrîdê gelek caran bang kirine. Taştekîn, li dijî polîtîkaya tecrîdê bal kişand ser têkoşîneke hevpar û wiha domand: "Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan, tê wateya rakirina tecrîda li ser girtiyên din jî. Halê vî welatê bêyî zemîneke hiqûqî li ber çavan e. Tirkiye êdî bi temamî veguheriye girtîgeheke girtî."   Taştekîn, destnîşan kir ku welêt bi otokrasîyeke ku guh li biryarên navneteweyî nake tê birêvebirin, lewma ya ku vê meseleyê çaresr bike vîna gel e û jixwe Ocalan gelek caran bal kişandiye ser vê yekê.    ‘BINPÊKIRINA QANÛNA BINGEHÎN'   Seroka ÎHD'a Şaxa Enqereyê Încî Încesagir jî bal kişand ser rêgeza wekheviyê. Încesagir got: "Heger em behsa rêgeza wekheviyê bikin, nexwe divê em li rex mafê hevdîtinê yê ji bo hemû girtiyan û hikumxwaran bin. Ev ji bo Îmraliyê jî wisa ye. Li wir hin girtiyên din jî hene, ew jî bi heman pêkanînan re rû bi rû dimînin. Ev tê wateya pêkanîna hiqûqeke din, ev jî binpêkirina qanûna bingehîn e."   BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIR   Încesagir, bal kişand ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya di warê binpêkirina mafên mirovan de. Încesagir, destnîşan kir ku ev bêdengî hêvîşikestin e û mijareke pir girîng e ku divê ji bextê welatan û hikûmetan re neyê hiştin. Încesagir, ragihand ku armanca hebûna mekanîzmayên wekî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Neteweyên Yekbûyî, parastina mafên mirova ye û got: "Li tu welatî û di tu hikûmetê de divê mafên mirovan ne di înîsyatîfa wan de be, em peywirên wan bibîra wan dixin."    ‘TECRÎD, RÊBAZA ÎŞKENCEYÊ YE'   Serokê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Alî Karakoç jî destnîşan kir ku tecrîd bi tena serê xwe binpêkirineke mafên mirovan e û navê vê jî rêbaza îşkenceyê ye. Karakoç got: "Li Tirkiyeyê bi salan e girtî û hikumxwar tên tecrîdkirin. Me got, ev binpêkirina mafên mirovan û rêbaza îşkenceyê ye. Li girtîgehan parastina mafên girtî û hikumxwaran peywira dewletê ye. Di dema pandemiyê de girtîgeh bi rêbazine pir xirab û çewsîner hatin birêvebirin. Tevdîrên di warê Covîd-19'ê de li seranserê Tirkiyeyê hatin rakirin, lê hê jî ev pêvajo li girtîgehan pir xirab tê birêvebirin. Hê jî di warê xwegihandina mafê tenduristiyê de astengînî cidî hene. Ev tecrîd û îzolasyon e. Ev binpêkirin e. Ne mimkun e miorv vê yekê qebûl bike."