Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin 2021-10-13 09:42:14   HATAY - Li Îskenderûnê, derbarê parêzer Nevzat Ercan ku li dijî lêdana polisan a muwekîlê xwe derket de bi angaşta "astengkirina peywirê" û "Nebaş bikaranîna peywirê" doz hat vekirin.    Di 27'ê tebaxa 2019'an de li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê, ji ber ku li nuqteya kontrolê nesekinîbû polisan li A.Y. dabû. Dema ku parêzer Nevzat Ercan li dijî vê lêdana polisan derketibû polisan bia wayekî fizîkî mudaxaleyî wî kiribûn û heqret lê kiribûn. Ji ber van pêkanînan parêzer Ercan bi sûcdariya "birîndarkirina hêsan" û "heqaretê" giliya polisan kiribûn. Polisên bi navê  A.Ç., N.C. û S.D. jî bi sûcdariya "astengkirina peywirê" û "Nebaş bikaranîna peywirê" giliya Ercan kiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, di adara 2020'an de lêpirsîna derbarê polisan de girtibûn û biryara neşopandinê dabû.    DOZ HAT VEKIRIN   Dozgerî, lêpirsîna derbarê parêzer Ercan de jî temam kir û bi angaşta "astengkirina peywirê" û "Nebaş bikaranîna peywirê" dozname amade kir. Dozname ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Hatayê ve hat qebûlkirin. Di doznameyê de tê angaştkirin ku dema A.Y. ji nuqteya kontrolê reviyaye parêzer Ercan polisan asteng kiriye. Di doznameyê de ji du sûcdariyan ji bo Ercan ji 6 mehan heta 3 salan ceza tê xwestin.    'EZ Û MUWEKÎLÊ XWE MEXDÛR IN'   Parêzer Ercan, bertek nîşanî doza ku li hatiye vekirin da û diyar ki ku ew û muwekîlê xwe mexdûr in û wiha got: "Bi awayekî kelemçekirî di wesayîtê de li muwekîlê min didan. Çûm cem wan û ji wan re ragihand ku ez parêzer im û xwest ku lêdana xwe bi dawî bikin. Lê polisan heqaret li min kirin. Polisan weke şahid nîşan dane û derbarê min de doz vekirine."