Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin 2021-10-13 10:42:58   ENQERE - Nêzî 80 girtiyên ku ji Girtîgeha Kirikkale sewqî girtîgehên cuda hatin kirin, hat xwestin ku serê sibê di nava 10 deqîqeyan de amade bin. Tevî ku 11 roj di ser re derbas bûne, malbat û parêzer hîn jî nikarin agahiyê bistînin ku hin girtî bo kîjan girtîgehê hatine veguhastin.   Ji Girtîgeha Kirikkaleyê ya Tîpa F di 2’yê cotmehê de nêzî 80 girtî hatin sewqkirin. Hat gotin ji ber “ewlehiyê” girtî hatine sewqkirin. Hêj nayê zanîn ku hin girtî sewqî kîjan girtîgehan hatine kirin. Girtiyên ku sewqî girtîgehên Tekîrdag, Antalya, Sîlîvrî, Sîncan, Buca, Kiriklr, Şakran, Kocaelî û Boluyê hatin kirin, li gorî agahiyên ku parêzer û malbatên dane wan û bi hinceta pandemiyê di qawîşên yek kesî de didin ragirtin. malbatên wan.   Parêzeran agahdar kirin ku girtî ji ber sedemên "ewlehiyê" hatine veguhestin, paşê rêveberiya girtîgehê diyar kir ku wan ji ber "karûbarên rûtîn sevke pêk anîne.” Seroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Enqereyê Şevîn Kaya û malbatên girtiyan qala tiştên di girtîgehê de qewimîn kirin.   JI BO AMADE BIBIN 10 DEQÎQE DANE WAN    Kaya diyar kir ku ji girtiyên li Girtîgeha Kirikkale hatine agahdarkirin ku dê sibehê bên veguhastin û ji wan hatiye xwestin ku di nava 10 deqeyan de xwe amade bikin û wiha got: “Dema ku me pêşî sedema sewqê ji girtîgehê pirsî, gotin ji ber sedemê 'ewlehiyê’ ye û dûvre jî gotin ji ber sedema 'sewqên rûtîn' girtiyan sewq kirine. Hin girtî bi mehan serlêdana sewqê kirin lê bersiva wan nehat dayîn. Tevî daxwaza girtiyan a ji bo sewqê jî nehat qebûlkirin, serê sibehekê ji wan re hat gotin wê piştî 10 deqîqeyan werin sewqkirin.”    DERVEYÎ REWŞEK ASAYÎ PÊK HATIYE    Kaya diyar kir ku hin girtiyên ku sewqî girtîgehan hatin kirin rastî lêgerîna tazî hatine û got: “Girtî bêyî ku eşyayên xwe û pereyên xwe bigirin şandin girtîgehên cuda. Ji ber pandemiyê, ew rakirin beşê karantînayê. Pere û cilên wan yedek li gel wan nîn in. Girtiyek ku hefteyek berê sewqî wê girtîgehê hatiye kirin jî wî jî sewq kirine. Sewqek derveyî rewşek asayî pêk hatiye. Em bi sewqên wiha re rûbirû nebûne. Piraniya girtiyan jixwe ji malbatên xwe dûr in. Niha jî wan şandin bajarên dûrtir.”    TESADUFÎ HÎN BÛNE    Pelda Alçîçek a xwişka Sedat Alçîçek ê ku sewqî Girtîgeha Tekîrdagê Jimara 1’an hatiye kirin da zanîn ku ew bi tesadufî hîn bûye ku birayê wî ji parêzerekî ku çûye cem wî girtîgehê hîn bûye. Alçîçek diyar kir ku wan gelek caran ji bo ku bizanibin Sedat Alçîçek sewqî kîjan girtîgehê hatiye kirin, telefonî Girtîgeha Kirikkaleyê kirine û wiha got: “Girtîgehê bi hinceta ewlehiyê bersiv neda me. Li ser israra me em hîn bûn ku birayê min sirgûnî Girtîgeha Tekîrdagê hatiye kirin. Me bi malbatên hevalên din re jî têkilî danî. Hin kes sirgûnî girtîgehên Kocaelî, Bolu, Antalya û Sîncanê hatine kirin.”    PÊLAVÊN XWE JÎ NEXISTINE PIYÊN XWE    Alçiçek diyar kir ku birayê wê bi têlefonê li wan geriya ye û got: "Dema ku wî telefon kir, min ji dengê wî fam kir ku bi zekemê ketiye. Di rê de li şûna klima germ klîma sar vekirine. Girtî jî nexweş ketine. Ew û çend hevalên xwe pê ketine. Tiştên xwe yên hewcedar hilnedane. Nehiştine ku hin girtî pêlavên xwe jî bixin piyê xwe û hilbigirin. Li aliyê din, berî sirgûnê, ew nîvê şevê komek girtiyan ji odeyê derdixin û wan dixin hucreya nepak. Dûv re wan serê sibehê ve sirgûn dikin.”    ‘POLÎTÎKAYA TEPISANDINÊ YE’    Alçîçek diyar kir ku birayê wê berê gelek caran ji ber sedemên "ewlehiyê" sewqî girtîgehên din hatine kirin û ev cara ewil e ku birayê wî bi sirgûnek wiha re rûbirû dimîne. Alçîçek diyar kir ku ew li Amedê dijî û wiha got: "Birayê min ji cihek nêzîktirî me birin cihekî dûrtir. Wî dixwest ku wî sewqî Girtîgeha Amedê bikin, lê bi hinceta ‘ewlehiyê’ ji wir sirgûnî Tekîrdagê hatiye kirin. Tenê ne dûrbûna girtîgehê, bi qawî dûrbûnê nêzîkatiya girtîgehan a li hember girtiyan jî girîng e. Em hê neçûne Tekîrdagê. Em pêkanînên girtîgehê nizanin. Sirgûn ne tenê ne li hemberî girtiyan pêk tê bi vê sirgûnê dixwazin eziyetê li malbatan jî bikin. Ev sirgûn beşek ji siyaseta tepisandinê ye, lê em ê wekî malbat tu carî ji girtiyên xwe dûr nebin. Em ê her tim bi wan re di nava danûstandinê de bin”.    PÊNC ROJ AGAHÎ WERNEGIRTINE    Xwişka Îsa Îpeklî, Zeynep Îpeklî jî got birayê wê sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê hatiye kirin. Îpeklî da zanîn ku ew pênc roj hînnebûne ku ka birayê wî sewqî kîjan girtîgehê kirine. Îpeklî anî ziman ku ew bi rêya parêzeran hîn bûne ku birayê wê hatiye sewqkirin û wiha got: “Dema me telefonî Girtîgeha Kirikkaleyê kir, gotin ku birayê min sewqî Girtîgeha Sîlîvriyê kirine. Lê me 5 rojan telefonî Girtîgeha Sîlîvrî kir û wan bi ti awayî agahî neda me. Piştî ku bersiva telefona me dan, kêliya ku me got Îsa Îpeklî, telefonê li ser û çavê me girtin. Piştî demek dirêj em hîn bûn ku birayê min sewqî Tekîrdagê kirine.”   BI FIKAR IN    Îpeklî destnîşan kir ku birayê wê Îsa bi telefonê li wan geriyaye û gotiye ku ew di hucreya yek kesî de tê ragirtin û ew ji ber rewşa niha girtî têde ne bi fikar in û heta neçin hevdîtinê jî wê fikarên wan bidomin.    ‘HEM LI MALBATAN HEM JÎ LI GIRTIYAN EZIYETÊ DIKIN’   Biraziyê Bager Sayak ê sewqî Girtîgeha Sîncanê hatiye kirin Ahmet Sayak jî diyar kir ku cara ewil e ew bi seqwek wiha re rûbirû dimînin û ji ber niha rewşa girtî têde ne bi fikar in. Sayak got 12 sal in mamê wî di hefsê de ye û ew li Erziromê dijîn û berê mamê wî jî li Erziromê bûye û ji nişkeve ji wir jî sewqî Kirikkaleyê kirine. Sayak anî ziman ku bi vê sirgûnê hem malbatan hem jî girtiyan di eziyetê de derbas dikin.    MA / Zemo Aggoz