Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin 2021-10-13 11:41:45   MÊRDÎN - Rûniştina doza 5 jê rojnamevan 8 kesên ku ji protestoya qeyûm tên darizandin, ji bo mutalayê hat taloqkirin.    Wezareta Karên Navxweyî di 19’ê Tebaxa 2019’an de qeyûm danîbû ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê. Di 20’ê tebaxa 2019’an de li Mêrdînê danîna qeyûm hat protestokirin. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kiribû û 5 jê rojnamevanên nûçe dişopandin 8 kes tên darizandin. Danişîna duyemîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê hat lidarxistin.    Rojnamevan Ahmet Kanbal, Mehmet Şah Orûç, Rojda Aydin, Nurcan Yalçin û Halîme Parlak û her wiha Mehmet Ete, Hamza Ete û Selîm Şimdî di çalakiyê de hatibûn binçavkirin û piştî 7 rojan hatibûn berdan. Her pênc rojnamevan û her sê welatiyên din bi îdiaya “muxalefeta qanûna jimara 2911’an kirine” tên darizandin. Rojnamevan Ahmet Kanbal û welatî Selîm Şimdî di danişînê de amade bûn. Hat dîtin ku dozgerek nû ji bo demekê tayînî dosyeyê hatiye kirin.    Di danişîna dozê de Şimdî dîmenên kêliya aydê mudaxileya polîsan pêşkêşî dadgehê kir.    Rojnamevan Kanbal jî parastina xwe ya danişîna berê dubare kir. Parêzeran diyar kir ku dosye ji darizandina rojnamevanan pêk tê û xwestin miwekîlên wan werin beraetkirin.    Dadgehê ji bo ku dozgerê nû hatiye tayînkirin mutalaya xwe amade bike dem veqetand. Dadger danişînê bi hêceta amadekirina mutalayê taloqî 20’ê cotmehê kir.