Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê 2021-10-13 13:07:19 ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îzmîrê dimînin, binpêkirinên mafan ên dijîn vegotin û bang kirin ku parazvanên mafên mirovan û hemû beşên hestiyar bi lez bikevin tevgerê.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 ya Îzmîrê dimînin binpêkirinên mafan ên dijîn nivîsandin û bi rêya nameyê ji Komeleya Piştevaniya Malbatên Hikumxwar û Girtî ya Egeyê re (EGE TUHAY-DER) şandin. Girtiyan di nameyê de qala zext û binpêkirinên mafan kirin û banga “bikevin tevgerê” li komeleyên mafên mirovan û raya giştî kirin.    Di nameya ku girtiyan ji Ege TUHAY-DER’ê re şand de binpêkirinên mafan wiha hatin rêzkirin:    “*Ji ber pandemiyê hemû aktîvîteyên civakî, çandî, perwerdehî û werzişî hatine betalkirin. Hejmara odeyên me derxistin 3 qatên kapasîteya odeyê. Bi vî awayî hawîrdorek ku ji bo girtin, veguhestin û belavkirina nexweşiyê guncav hate afirandin.   GIRTIYÊN NEXWEŞ   * Di rewşên lezgîn de di hatin û çûyîna nexweşxaneyê de di bin navê karantînayê mehkûmî cezayê ji hucreyê girantir tên kirin. Odeyên ku em lê tên girtin ji aliyê hijyenê ve qet ne baş in. Dîsa pêdiviyên me yên weke radyo, televizyon, semawer bi awayekî keyfî tên astengkirin.    * Me di demê xwe de dernaxînin revîrê û li ser daxwaznameyê, mûayene kirin, vekolîn û nivîsandina dermanan veguheriye rêbaza muayeneyê. Ji ber helwest û zimanê bijîşkê revîrê em pirsgirêkên cidî yên ragihandinê dijîn. Hevalên me yên bi salan di girtîgehê de ne û gelek nexweşiyên wan hene, hene. Di edeyên bi ser kapasiteya xwe de bêhn girtin jî zehmet bûye.    * Xwarinên tên dayîn ne baş in. Gelek tiştên em ji kantînê dixwazin bi hêcetên weke ‘li kantînê nîne’ kêm tînin. Fiyatên kantînê pir zêde ne. Ji bo ku ava şebekeyê were asta vexwarinê, daxwaza me ya cihazê parzînê ku em bi pereyê xwe bikirin jî nayê qebûlkirin. Fatûrayên ceyranê her meh zêde dibin.    SIRGUN   * Bi sirgûnan em ji bajarên ku malbatên me lê dimînin anîn vê derê. Hem em hem jî malbatên me tên mexdûrkirin. Li ser me polîtîkayek û pêkanîneke taybet heye. Daxwazên me yên sewqê tên paşguhkirin. * Bi qanûna dawî saetên hevdîtinê derxistin saet û nîvan. Lê li vir hêj pêkanînên berê berdewam dikin. Girtîgeh di vê mijarê de gelek keyfî nêzîk dibe û mafê me yê qanûnî pêk naîne. Weşanên weke rojname, kovar û radyoyê nadin me.   NAMEYÊN KURDÎ NADIN   * An nameyên me naşînin an jî nagihine cihê xwe. Nameyên me yên kurdî û nivîsên me bi heftan tên sekinandin. Pûlên li ser nameyên me tên çirandin û zirarê didin nameyên me. Pêkanîna nedayîna cilên weke mont û xirke ku li tu girtîgehan nebe heye li vir. Cilên weke şel ên rengên guncav jî nadin me.    * Ji bo ku em stranên kurdî dibêjin bi awayekî keyfî cezayên dîsîplînê didin me. Stran û govenda me weke dirûşm tên nîşandan û dikin mijara ceza. Her tim bi ser odeyên me de digirin û dest deynin ser tiştên me. Lêgerîna eskeran a çûyîn û hatina nexweşxaneyê de rûmeta mirovan dişikîne. Pirsgirêka lêgerîna tazî hêj nehatiye çareserkirin. Hevalên me yên cezayên wan ketiye bin salekê ligel ku mafê wan e jî berdana wan tê astengkirin.”    BANGA HESTIYARIYÊ   Girtiyan, dan zanîn ku gardiyan bi gotina “Daxwaza Wezareta Dadê ye” di saetên şevê de bi ser odeyan de digirin û wiha gotin: “3 odeyên me yên di heman korîdorê de bi darê zorê birin ode û korîdorên cuda. Li benda rojeke din nesikînin û nehiştin ku em tiştên xwe jî kom bikin.” Girtiyan, bang li parazvanên mafên mirovan û rayagiştî kirin û gotin: “Em hêvî û daxwaz dikin ku ji bo van binpêkirinên mafan ji holê rakin, bi lev bikevin tevgerê.”