HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye 2021-10-13 13:47:24 ENQERE - Rêveberên HDP’ê di çarçoveya kapmanyaya “Em HDP ne, li her derê ne” di serî de li Amedê li herêmên Serhed û Çûkûrovayê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kirine.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya bernameya kampanyaya “Em HDP’yî ne li her derê ne” di meha îlonê de li herêmên wek Amed, Serhed û Çûkûrovayê serdana hezar û 653 gundan kirine û li pirsgirêkên xelkê guhdar kirine. Şandeyên HDP’ê ku ji rêveberên bajarokan bigire heta rêveberên navendê, hevşaredar, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsên giştî yên bajaran, endamên Meclîsa Jinan û parlamenter pêk tên, serdana gundan kirine. Li gundan serdana malbatan hatiye kirin û bi gundiyan re civîn li dar xistine û li daxwaz, rexne, pêşniyaz û pirsgirêkên gel guhdar kirine.    HEVDÎTINÊN GEL    Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar beşdarî civînên 16 navendan ên di hevdîtinên HDP'ê yên mehên tîrmeh û tebaxê de bûne. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, cîgirên hevserokên giştî, cîgirên serokên koma HDP’ê û endamên PM û MYK’ê jî beşdarî hevdîtin û çalakiyên li 55 navendan bûne.