‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’ 2021-10-14 10:04:31   EDENE - Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Îlhan Ongor, diyar kir ku Abdulkadîr Baybars ê li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê di hucreya yek kesî de dimîne ji 23’ê Îlonê ve di rojiya mirinê de ye û got: “Daxwaza Baybars a ji hucreyê derxistin hiqûqî û rewa ye. Divê ev daxwaza wî bê qebûlkirin.”     Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Îlhan Ongor, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de tên jiyîn. Prz. Ongor, diyar kir ku ev heftiyeke li girtîgehan, dibin navê veguheztin û guhertina qawîşan de, mûameleyên xirab li girtiyan tên kirin. Ongor, derbarê hin girtîgehan de ev agahî dan: “Li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Kurkçuler Edeneyê û gelek girtîgehên din, di dema veguhestin û guhertina qawîşan de, gelek girtî hatin derb kirin û bi mûameleyên xirab re rû bir û man. Em difikirin ku ev biryarek navendiye, tenê bi girtîgehan ve ne girêdayî ye.”   'MAFÊN HERÎ BINGEHÎN TÊN ASTENGKIRIN’   Ongor, da zanîn ku lêgerînên rûtîn ên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û wiha bi lêv kir: “Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê, girtî bi tu awayî mafên xwe yên çandî û civakî nikarin bi kar bînin. Pirtûk, kovar û rojnameyên girtî dixwazin, nadin wan. Dîsa mafê sohbeta di navbera qawîşan de, ev demek dirêjê hatiye qedexekirin. Bi hinceta pandemiyê, mafê hevdîtina vekirî ya malbatan tên astengkirin.”    BANGA HESTIYARIYÊ   Ongor, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulkadir Baybars û wiha got: “Di bedena Baybars de parçeyên şarapnelê hene û di hucreya yek kesî de tê girtin. Ji 23’yê Îlonê ve di rojiya mirinê de ye. Ev 3 sal û nîve girtiye. Baybars heta destpêka sala 2021’an di Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê dima. Di destpêka sala 2021’an de sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê hat kirin. Baybars ji roja hatiye girtin û vir ve di hucreya yek kesî de tê girtin. Heya niha hemû hewldan û serlêdanên wî yên qanûnî bêencam mane. Ji bo ku ji hucreyê bê derxistin serî li gelek saziyên pewendîdar da. Lê hemû serlêdanên wî hatin redkirin û ji tecrîda yek kesî nehat derxistin. Ji ber vê yekê di 23’yê Îlonê de, dest bi rojiya mirinê kir.”    ‘ROJÊ QEDEHEK AV VEDIXWE’   Parêzer Ongor, dest nîşan kir ku rewşa Baybars her ku diçe xirab dibe û ev bang kir: “Baybars heya niha 10 kîlo dane. Rojê tenê qedehek av vedixwe. Her ku diçe rewşa tenduristiya wî giran dibe. Tekane daxwaza Baybars ewe ku ji hucreya yek kesî bê derxistin û wî bixin qawîşeke girtî lê dimîn in. Ev daxwaza wî jî hiqûqî û qanîniye. Divê sedema vê muameleya bi taybetî li Baybars tê kirin, bê eşkerekirin. Ev rewşa heyî ya li dijî hiqûqê, êdî gehiştiye asta îşkenceyê û muameleya xirab. Em bang li raya giştî û rayedarên pêwendîdar dikin ku bi hestiyar tevbigerin û xwedî li Baybars derkevin.”   MA / Hamdullah Yagiz Kesen