Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake 2021-10-14 11:02:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, diyar kir ku Tirkiye hewl dide cihên stratejîk ên Rojava dagir bike û statûya wê ji holê rake. Mehmûd, bal kişand ser êrişek îhtîmal û wiha got: "Ev gefên Tirkiyeyê tu carî ne rawestiyan û her tim amadekariya êrişê dike."   Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, derbarê êrişek nû ya gengaz a Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêşketinên li herêmê rû didin de ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî.   Nûrî Mehmûd, diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan piştî civîna desteya wezîran a 11´ê Cotmehê careke din gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar û wiha axivî: "Lazime ku NATO û Koalîsyona Navneteweyî vê rastiya Tirkiyê bibînin, Tirkiyeyê hişyar bikin û desteka xwe ya çekan ji ser qut bikin. Tirkiye Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo xwe weke astengiyê dibîne û her tim hincetan çêdike. A rast Tirkiye hewl dide cihên stratejîk ên Rojava dagir bike û statûya wê ji holê rake. Bi bermahiyên DAIŞ û çeteyên din ên li dora xwe kom kirine, dixwaze weke Efrîn û Serêkaniyê, êrişî bajarên din jî bike."    Mehmûd, da zanîn ku yek ji armancên Erdogan jî ew e ku dîplomasiya Rêveberiya Xweser pûç bike û wiha got: "Erdogan, nexasim ji bo ku hevdîtinên li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî yên li meydana navneteweyî pûç bike, beriya van hevdîtinan yan jî piştî wan van îdîayan bi dengekî bilind îfade dike.”    Nûrî Mehmûd bi bîr xist ku dewleta Tirk di hundir de di nava krîza aborî de digevize, li derve li meydana dîplomasiyê prestîja wê nemaye, tenê maye û wiha dewam kir: "Ji Biden û Putîn a dilê xwe nesitand. Bi daxuyaniyên xwe yên dawiyê hincetan li hev tîne, planan dike ku êrişî Rojava bike û xwe hinekî be jî re rehet bike. Erdogan êrişên dagirkeriyê ji bo ku şexsê xwe rizgar bike, dike. Armanca wî ya esasî ew e ku bi qerepere û geremolê rewşeke awarte biafirîne, pê re dengê xwe zêde bike û desthilata xwe dewam bike.    Ev siyaseta êrişkar a Erdoganî, ji bo herêmê tehlûkeyeke gelekî mezin e. Siyaseta cihadî-faşîst a Erdogan ne tenê ji bo Bakur û rojhilatê Sûrî lê ji bo dinyayê hemûyî jî tehlûke ye.”    'ERDOGAN WÊ BI RÛSYAYÊ RE LI HEV NEKE'   Mehmûd, anî ziman ku krîza kûr a Erdogan afirandiye, tesîrê li Rojhilata Navîn, li Rûsya, Ewrûpa û Emerîkayê jî dike û wiha pêde çû: "Tehlûkeya wî afirandî, hindik me jî niha êdî Rûsya û nexasim Emerîka wê hindik be jî dibînin. Bi ya min ji niha û pê ve DYE wê zêde guh nede Erdoganî. Rûsya jî wê dev ji berjewendiyên xwe bernede. Ji bo Rûsyayê, Sûrî mewziyeke muhim e. Rûsya ranabe, ji bo ku Erdogan siltaniya xwe ava bike ew ê dev ji Sûrî û berjewendiyên xwe bernede. Rûsya belkî hin peymanên demkî mohr bike. Bi gumana min, Erdogan ji bo ku desthilata xwe dewam bike bi Rûsyayê re  hewl dide peymaneke din a weke ya  Efrîn, Idlib û Zebedanî mohr bike. Lê bi texmîna min wê ev hewldana wî neçe serî.”   'GELÊ KURD WÊ DESTÛR NEDE'   Berdevkê YPG’ê, di dewama axaftina xwe de, ev nirxandin kir: "Komkirina esker li ser sînor, li dehma Dirbêsiyê û Amudê, ne nû ne, ew her li wir bûn. Lê belê her ku ber xwe dibînin, dixwazin deverên stratejîk ên Rojava dagir bikin û statuya heyî ji holê rakin û ji bo vê her gefan dixwin. Ev gefên Tirkiyeyê hîç kêm nebûne.”   Li ser pîlana ji hevqutkirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê ya ku di çapemeniyê de belav bûye jî, Nûrî Mehmûd wiha got: "Di van sedsalên bihurî de miletê Kurd bû xwedî nihêrîneke neteweyî - fikrên partiyan ji hev cihê, gotarên wan hişk jî bin - di warê netewebûnê de bipêşketinek çêbû. Dewleta Tirk ev dît, û ji ber vê projeyeke wê heye ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi xencerekê ji hev qut bike. Lê belê hem gelê Başûrê Kurdistanê û hem jî yê Rojava hay ji vê heye. Li gorî vê radibin û rûdinin. Gelê Kurd wê destûra hewldaneke bi vî rengî nede.”   'NE TU GARANTORIN'   Nûrî Mehmûd li ser rola garantoriyê ya Rûsya û DYA’yê jî, wiha bilêv kir: "Di warê garantoriyê de helwêsta Emerîka û Rûsya pirr kêm e. Naxwazin bibînin ka Tirkiye li Efrîn, Cerablus, Serêkaniyê û Helebê çi dike. Ew rola xwe ya garantoriyê ya li dijî êrişên dewleta Tirk bi cih naînin."   Li ser êrişên dewleta Tirk ên bi îstîxbarata ji nav erdên Rêveberiya Xweser jî Nûrê Mehmûd, wiha got: "Ji bilî teknîka bi pêşketî, bi pereyekî zêde mirovên bêqedr, îrada wan qels dikire, û êrişan bi agahiyên ji wan dike. Yanî çend caran GPS bi erebeyê vekirin, û ji jor ve bi balefiran êriş kirin. Lê şoreş li dijî van tevdîrên xwe digire. Em li dijî vê teknîkê hewl didin teknîkê bi pêş bixin."   'ARMANC RIZGAR KIRIN E'    Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, herêmên dibin dagirkeriya Tirkiyeyê de jî nirxandin û ev peyam da: "Em ê dev ji armanca xwe ya rizgarkirina herêmên dewleta Tirk dagirkirine, bernedin. Derfetên di destê Rêveberiya Xweser de belkî îro têra rizgarkirina Efrîn û Serêkaniyê nekin, lê belê xebatên me yên cidî hene li ser projeyên ji bo derxistina dewleta Tirk ji deverên dagirkirî. Helbet wexta ku dema wê hat, em ê deverên dagirkirî rizgar bikin û xelkê xwe yên ji wan deveran penaberkirî jî vegerînin ser cih û warên wan. Ez dixwazim herê dawî bangekê li raya giştî ya navneteweyî bikim: Gelên li Tirkiyeyê, ji ber hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê gelekî diêşin, zirar li wan dibe. Erdogan çawa ku ji Tirkiyeyê tehlûke ye, ji bo Rojhilata Navîn û herêmê jî tehlûke ye. Raya giştî ya navneteweyî divê vê rastiyê bibîne û li gorî wê helwêst xwe diyar bike, û tavilê ji bo ku ev zilm bi dawî bibe, helwêsta pêwîst nîşan bide.”