Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin 2021-10-14 11:40:53   STENBOL - Danişîna doza bi hinceta nûçeyên çêkirine ya derbarê nûçegihanê me Mehmet Aslan de hatibû vekirin, ji ber “xalên kêm” hat taloqkirin.     2’yemîn danişîna doza derbarê nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Mehmet Aslan de, bi hinceta nûçeyên çêkirine û hevdîtinên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kirine hatibû vekirin li 24’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Aslan, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” û “rakirina girseyê ya raperînê/nûçeyên provokatîf çêkirinê” tê darizandin. Aslan û parêzerê wî Ozcan Kiliç, di danişînê de amade bûn.   NIVÎSA JI MIDURIYETA POLÎSAN HAT    Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir. Şandeya dadgehê, nivîsa ji Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hatibû parve kir û diyar kir ku navê Aslan, di îfadeyên kesên ku di çarçoveya "lêpirsînên PKK/KCK" de weke şahid an jî gumanbar hatine girtin de derbas nabe.   Dûre mafê axaftinê ji bo Aslan hat dayîn. Aslan, da zanîn ku ew îfadeyên xwe yên berê dubare dike û wiha got: “Sedema bingehîn a ku ez îro li vir im, ji ber ku ez desthilatdariyê û polîtîkayên wê yên ku hem li hundir û hem jî li derve zirarek cidî didin, rexne dikime. Ez weke rojnamegerekî ji ber vê niha li ser kûrsiyê bersûc rûdinim.”    Şandeya dadgehê, piştî navberê, biryar da ku xalên kêm ên di dosyayê de bên temamkirin û danişîn taloqî 16’ê Kanûnê kir.