Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan 2021-10-14 14:34:57   COLEMÊRG - Qedexeya çalakî û aktîvîteyên li bajêr ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve ji bo 15 rojên din jî hatin dirêjkirin.    Qedexeya çalakî û aktîvîteyan a li Colemêrg û navçeyên wê ku ji sala 2016'an ve didome ji aliyê walîtiyê ve ji bo 15 rojên din jî hat dirêjkirin. Qedexeya ku ket roja xwe ya hezar û 956'an wê heta 28'ê cotmehê bidome .    Walîtiyê der barê qedexeyê de daxuyaniyek da û got, "Taybetmendiyên bingehîn ên Komarê, yekparebûna dewlet û netewe, ewlekariya neteweyî, rêkûpêkiya giştî, pêşîgirtina li sûc, parastina maf û azadiyên kesên din, pêşîgirtina li belavbûna vîrûsa koronavîrûsê (COVID-19) e, parastina tenduristiya giştî, provokasyonên gengaz û bûyerên civakî yên gengaz in."