3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin? 2021-10-15 09:04:18 SEMSÛR - Tûtinfiroşan diyar kirin ku divê Qanûna Tûtinê bê betalkirin û gotin: "Tekane çavkaniya debara me tûtin e. Ew jî here, em ê çi bikin?"  Piştî di sala 2002'yan de tûtin û berên tûtinê hatin kesîdekirin û hilberandina wê hat sînordarkirin, barê hilberînerên tûtinê giran bû. Niha jî şertê "belgeya karbidestiyê" ji bo wan hatiye danîn. Hilberînerên ku belgeya wan tune be, dê nikaribin bazirganiya Tûtinê bikin.    Li hemberî vê qanûna dawiyê ku di 1'ê Tîrmehê de ketibû meriyetê, li bajarên wekî Semsûr û Meletiyê bi hezaran hilberîner çalakî li dar xistibûn û rê li ber çûn hatinê girtibûn. Tûtinvanên ku bi dirûşmeya "ji kapîtalîstên tirşikçî re na dengê xw eragihandbûn her kesî, bi mudaxileya polîs û eskeran re rû bi rû manbûn û hin ji wan hatibûn binçavkirin û girtin. Piştî van çalakiyan qanûna vê dawiyê hat çêkirin 6 mehan hat taloqkirin û dê di Çileya 2022'yan de têkeve meriyetê.    Tûtinvanan, diyar kirin ku salê 8 mehan karê tûtinê dikin û heger ev qanûn têkeve meriyetê dê birçî bimînin. Tûtinvanan xwest qanûna derbarê wan de bê betalkirin.    DEBARA XWE TENÊ BI TÛTINÊ DIKIN   Li gundê Dardaganê Sitî Taştan ku pelên tûtinê bi benik vedike, anî ziman ku gava qanna heyî pêk bê dê barê wan pir giran bibe. Taştan, diyar kir ku jixwe tûtin tu pereyî nake û got: "Ez tenê debara xwe bi tûtinê dikim. Gelê me birçî ye. Heger em tûtinê neçînin, mecbûr em ê ji bo xebatê biçin bajarine din."    PAR BI 100 TL'YÎ, ÎSAL BI 25 TL'YAN    Taştan, anî ziman ku di biharê de dest bi çandina tûtinê dikin û got: "Gava tov dibin şitil, em wan radikin û li nav erd diçînin. Ji tevrika wê bigire heya avdaniya wê em jin 8 mehan li nav erdan e. Em ew qasî dixebitin, lê heqê sondajê jî bi dest me nakeve. Îsal ancax me tonek du ton berhev kir. Par kîloya tûtinê bi 100 TL'yî bû, îsal bûye 25 TL."    ‘EM NEFIROŞIN EM Ê JI BIRÇÎNA BIMIRIN'   Taştan, destnîşan kir ku îsal jî mesrefên tûtinê pir zêde bûne û got: "Gubre û mazot du qat biha bûne. Tûtina me 3 sal in li malê ye. Ev tûtin e, tûj e, nayê xwarin jî. Dirize. Hingî em dixebitin, wext tune em destên xwe, kincên xwe jî bişon. Li Meletiyê mişmiş, li Bazarcix û Dîlokê fistiq hene. Li cem me jî tûtin heye. Tûtin, wekî fistiq û mişmişan nayê xwarin. Heger em vê tûtinê nefiroşin em ê ji birçîna bimirin."    KEDA MEZIN A JINA YE   Sûltan Taştan jî bilêv kir ku zehmetiya tûtinê pir, qezenca wê hindik e. Taştan, diyar kir ku bi şev û biroj dixebitin, lê bêfêde ye. Taştan, destnîşan kir ku di karê tûtinê de yê zêde dihabe jin in û wiha domand: "Keda jinan berhewa dibe. Em biharê dest pê dikin, heya dawiya salê dixebitin. Lê keda me ya 8-9 mehan berhewa dibe."    Taştan, bal kişand ser qanûna ku dê di 1'ê Çileyê de têkeve meriyetê û got: "Heger ev tûtina me di dest me de bimîne, em ê ji birçîna bimirin. Jixwe li vira ji xeynî tûtinê tiştek tune ye. Em debara xwe pê dikin. Em bêyî tûtinê nikarin bijîn. Em dixwazin serbest be.    Sûltan Tekçe jî anî ziman ku heqê keda wan bi dest wan nakeve. Tekçe, destnîşan kir ku heger qedexekirina tûtinê dest pê bike, dê nikaribin heqê motorê jî bi dest bixin û got: "Her tişt pir biha bûye. Em bi zorê kîloye çay dikirin. Em bi zorê ji zarokên xwe re cotek sol dikirin. Em nikarin lazmatiyên xwe yên zivistanê bikirin. Kîsek gubre bûye 300 TL. Kîloyek genim bûye 5 TL û 20 quriş."    Tekçe, diyar kir ku heger qedexe dest pê bike dê pir bitengijin û got: "Tûtin, tekane çavkaniya debara me ye. Ew jî here îjar em ê çi bikin? Ji xeynî we rojnameyan kes dengê me ranagihîne. Ne ji vê be em ê rahêlin zar û zêçên xwe berê xwe bi çol û pesaran bidinç Gava mirov birçî bimîne, dê çi bike? Tûtin tune, gubre biha ye, genim biha ye, mazot biha ye... Ka bibêjin îcar em ê çi bikin, he?"    MA / Ferhat Çelîk - Mujdat Can