ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN 2021-10-19 09:00:33 * PDK ku li Herêma Kurdistana Federe alîkariya TSK'ê dike, ji ber 42 milyar dolarê di bankeyên Tirkiyeyê de, peymana petrolê ya 50 salî û gendeliya 400 milyar dolarî, bûye pîyonê TSK'ê.  * Parêzer Fadil Tay ku ji bo darên li Şirnexê tên birîn gilî kir, got: "Jiyana hemû candaran tê serobinokirin. Qanûna Daristanê li Antalyayê bi awayekî, li Şirnexê bi awayekî tê şixulandin."    * Fêkiya henapê ku li Semsûrê wekî "fêkiya Kurdistanê" jî tê binavkirin û fêkiyeke kêmpeyda ye, 700 sal in çavkaniya şîfayê ye ji bo mirovahiyê.    * Dozgeriya ku derbarê polîs Savaş G. de ku li Kerboranê wesayîta zirxî li Suphiye Yakûtê qeliband, ceza xwestibû, piştî dadgerê dosyeyê guherî dev ji daxwaza xwe ya ceza berda. Dadgehê jî bi hinceta ku qeymeqamtiyê destûr nedaye darizandina ku 12 danişînê wê hatin lidarxistin da sekinandin û qeymeqamtiyê jî destûr neda derbarê polîs de lêpirsîn bê destpêkirin.    * Çalakiya Nobeta Edaletêy a Malbata Şenyaşar wê di roja 225'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike.    * 24 jinên ku ji ber reqsa "Las Tesîs" tên darizandin wê danişîna wan a 2'yemîn li Dadgeha Bayrakliya Îzmîrê were lidarxistin. (09.00)   * Rûniştina 5'emîn a Doza Kobanê wê di roja 2'yemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Şandeya HDP'ê wê di çarçoveya hevdîtinên budçeyê de serdana Navenda Giştî ya KESK'ê bike.(11.00)   * Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), têkildarî zextên polîsan û ku mirovan direvînin wê li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê daxuyanî li dar bixin. (12.00)   * Partiyên li Meclîsê wê komcivînên xwe yên heftane li dar bixin. (12.45)   * Platforma Zimanê Kurdî wê li Semsûrê nûnertiya xwe veke. (13.00)