Lehiya Sînopê: 71 roj in agahî ji Farûk Adak ê amedî nayê girtin 2021-10-20 09:03:17 AMED - Farûk Adak ku dema lehiya Sînopê ajokariya qamyonê dikir, ji roja ku lehî rabûye ve agahî jê nayê girtin. Dayika Adak Fatma Adak bang li rayedaran kir ku aqûbeta wê kurê bê diyarkirin.  Di meha tebaxê de li Herêma Behra Reş ji ber barana zêde lehî rabûn û gelek mirovan jiyana xwe ji dest da. Yek ji van bajarên ku lehî li wan rabû û mirov bi avê re çûn û jiyana xwe ji dest dan Sînop bû. Di lehiya ku roja 11’ê tebaxê rabû de xesareke mezin li bajar çêbû. Li gorî daneyên fermî di lehiyê de 10 welatî bi avê re çûne û jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 6 welatî jî ji roja ku lehî rabûye ve agahî ji wan nayê girtin.    Yek ji van welatiyên ku li Sînopê agahî ji wan nayê girtin Farûk Adak (25) ê ji Amedê ye. Adak, li Kana Xîzê ya Fîrmaya Fernas a li gundê Zindan Çayê yê navçeya Ayancikê ajokariya qamyonê kiriye. Dema ku lehî rabûye Adak, qamyonan xwe li ber daristanekê dide sekinandin û dikişe deverên bilind ê daristanê.  û agahî de hevalên xwe û dixwaze bê rizgarkirin. Roja piştî lehiyê Adak cihê xwe ji hevalên xwe re dibêje û dixwaze bê rizgarkirin. Lê Adak nayê girzgarkirin û ji vê rojê ve agahî ji Adak nayê girtin.     Piştî agahdarkirina hevalên wî malbata Adak ku li navçeya Rezan a Amedê rûdinê ji rewşa kurê xwe agahdar dibe. Li ser vê agahdarkirinê malbat bi awayekî komî diçe Sînopê û tevlî xebatên lêgerîna kurê xwe dibe. Lê tu encam nagire û hê jî li benda dîtina kurê xwe ye. Dayika Adak Fatma Adak, têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û qala rewşa kurê xwe kir. Adak, bang li rayedaran kir ku demildest aqûbeta kurê wê diyar bikin.     PEYAMA ADAK   Dayik Fatma Adak, da zanîn ku kurê wê ji lehiyê xelas dibe û wiha got: “Kurê min ji şîrketekê re ajokariya qamyonê dikir û ji bo xebatê derbasî Sînopê bûbû. Di vardiya şevê de dixebitî. Dema ku lehî radibe qamyona xwe datîne qerexê daristanekê û derdikeve deverên bilind ên daristanê. Em nizanin ku çiye hatiye serê wî. Lê roja din saet di 12.45’an de peyam ji hevalên xwe re dişine û ev tişt nivîsandiye, ‘Ez li cihekî bilind im, dicemidim, werin min xelas bikin’. Hevalê wî jî dibêje ku helikopter digerin û we te rizgar bikin. Piştî vê peyamê sînyal hatine birîn û careke din telefona wî derneketiye. Me ev agahî ji hevalên wî û AFAD’ê girtin.”   ÇÛYE DEVERÊN KU KURÊ WÊ LI WINDA BÛYE   Di berdewame de Adak, destnîşan kir ku weke malbat wan jî di xebatên lêgerînê de cih girtine û herî dawî ew bixwe jî çûye herêmê û tevlî xebatên lêgerîna kurê xwe bûye û ev tişt anîn ziman: “Ji malbata me em 20 kes tevlî xebatên lêgerînê bûn. Lê heta niha li daristanê ku lê winda bûye tu şopeke wî nehatiye dîtin. Ez bixwe jî çûm û li nav daristanê geriyam. Çûm cihên ku min ku texmîn dikir çûbe wan. Daristanek asê bû. Lê rêyên derketina jê hebûn. Li wir min qaymeqam û midurê AFAD’ê re hevdîtinan kir. Ji bilî rojên şilî timik xebatên lêgerînê tên domandin.”   BANGA LI RAYEDARAN   Adak, xwest ku kurê wê bê dîtin û ev ban gli rayedaran kir: “Ez dixwazim ku kurê min bê dîtin. Dixwazim rewşa kurê min bi çapameniyê re bê parvekirin. Belim ne li daristanê be. Belim çûbe cem extiyarekî. Belim nexweş be, Belim ji ser hişê xwe ve çûbe. Ev îhtîmal hemû jî dibe ku hebin. Heke bikeve çapemeniyê dibe kesên ku wî ditin agahî bidin me. Ji bo min dîtina kurê min girîng e. Du meh in êdî taqata min nema. Di nav rewşeke ne diyar de me. Bang li hemû partiyan dikim ku vê rewşa min derbas bikin.”   MA / Eylem Akdag - Kadrî Esen