Çêkirina rê zirarê dide herêmê 2021-10-20 09:03:19 ŞIRNEX - Li navçeya Elkê ya Şirnexê Miduriyeta Riyên Bejahiyê di bin navê çêkirina rê de zirarê dide çem û xwezayê.  Li navçeya Elkê ya Şirnexê bi salane pirsgirêka rê nayê çareserkirin. Di her pêvajoyên hilbijartinê de ji aliyê hikûmetê ve sozên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka rê ya navçeyê tên dayîn, bi tu awayî nayên cih. Rêya ku diçe navenda navçeyê û gundên wê rê li ber xetereyên mezin vedike. Heta niha li ser vê riyê bi dehan qezayên trafîkê çêbûne. Lê belê tevî vê jî heta niha tu tevdîr nehatine girtin. Mehek beriya niha, ji aliyê Miduriyeta Riyên Bejahiyê ve li ser riya Şirnexê û Elkê ku di ser çemê Kanîgermê de derbas dibe, xebata çêkirina rê hat destpêkirin. Li gel destpêkirina xebata rê ya li ser çem, bi dehan darên li kêleka çem hatin birîn. Her wiha gelek ajalên di çem de jî zirar dîtin. Bi vê xebatê ava çem jî kêm bû û cihê herikîna avê teng bûye.    KÊMBÛNA AVÊ PERÎŞANIYÊ TÎNE    Çemê Kanîgermê yê ku ber bi çemê Xabûrê ve diherike, niştecihên gundê Çeman hewcedariyên avê yên zevî û baxçeyên xwe ji vê avê peyda dikin. Lê belê ji ber kêmbûna avê xelkê herêmê xistiye nav rewşek perîşan.   XELK NE RAZÎ YE    Şêniyên navçeyê ji ber riya ku li ser çem tê çêkirin bi bertek in. Şêniyên navçeyê dibêjin dema mehên biharê ava çem radibe, bi ser rê de diavêje. Hat zanîn ku xebata rê ya ku li ser çem hatiye destpêkirin, wê heta gundê Çemanê ku 15 kîlometre dûrî navenda navçeyê berdewam bike.