Li Şamê êrişa bombeyî: Herî kêm 13 leşker mirin 2021-10-20 09:57:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Sûriye Şamê li dijî mînîbuseke leşkerî êrişeke bombeyî pêk hat û hat zanîn ku herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Li gorî ajansa nûçeyan a hikumeta Şamê SANA'yê, otobusa leşkerî dema ku di ser pira Rais re diçû du bombe hatin teqandin. Hat zanîn ku di encama teqînê de herî kêm 13 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn.   Hate ragihandin ku bombeyeke sêyemîn jî hatiye tespîtkirin û îmhakirin.